Dûpişk (komstêr): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû: "thumb|right|256px|KOmstêra dûpişkê ya ku wek bi çavên rût tê dîtin '''Dûpişk''' komstêreka di çembera bircan de ye û nîşana wê ya astr..."
(Cudahî nîne)

Guhartoya 22:41, 3 tebax 2012

Dûpişk komstêreka di çembera bircan de ye û nîşana wê ya astronomiyê ♏ ye. Ew di navbera Terezî, li bakur, û Keywanê, li rohelat, de ye.

KOmstêra dûpişkê ya ku wek bi çavên rût tê dîtin

Komstêra dûpişkê yek ji komstêrên balkêştir a li nîvkada başûr kûreya ezmên e. Gelek stêrên geş ser û pençika wê pêk tînin û pişka wê bi jor de bilind dibe Ew nêzî navenda kadizê ye. Roj di navbera 23'ê kewçêrê û 30'ê kewçêrê di komstêra dûpişkê de dimîne û ew mideta tewrî kurt a ku roj di birceke de dimîne ye.

Stich des Sternbildes Skorpion

Komstêra ji demên Sumeriyan virve dihat zanîn û ew bi xwedewanda Išḫara ve dihat eleqedar kirin. Lê mehneya wê ya îroj ji yewnana antîk dertê. Ew yek ji 48 komstêrên ku Batlamyûs qal kiribû.

Mîtolojî

Di mîtolojiya yewnanî çend efsaneyên li ser dûpişkê tên gotin.

Artemîs, xwedawenda seydvaniyê fermanê dide dûpişkê ku Oryonê, seydvanekî jêhatî û pirr mezin ê ku bi gotina ku ez ê hemû heywan û kêziyan bikujim ve hêrs lê rakirî , bikuje. Gorî riwayeteka din yê ku dûpişk şandî Apollo ye, çima ku dilê Artemis ketiye Oryonê. Lê paşê ew bi kuştina hevalê xwe poşman dibe û wî, Oryonê, li ezmanê bi cih dike. Gorî hin riwayetên din Hera, jina Zeus, Oryon bi dûpişkê dide kuştin çima ku ew rabeziye ser Merope. Li ser vê hatina hember hev riwayetên cûr bi cûr hene. Gorî hin gotinan Oryon bi pêgirtina ji pehniyê re dimire, gorî hin gotinan jî Oryon dûpişkê dikuje. Ew herdu li ezmên qasî ku bi hev negihîjin tên bi şûn kirin. Kînga Oryon heltê, dûpişk dihere avan.


Stêrên bi navkirî
Nav Qedra Zahirî Dûrî
(Salên roniyê)
  Alfaya Dûpişkê (α Scorpii, Alpha Scorpii, Antares, Qelb el Eqreb)     0,9-1,8    604
  Lmabdaya Dûpişkê (λ Scorpii, Lambda Scorpii, el Şewla)    1,63    703
  Tetaya Dûpişkê (θ Scorpii, Theta Scorpii, Sargas)    1,86    272
  Epsilona Dûpişkê (ε Scorpii, Epsilon Scorpii, Sargas)    2,29    65
  Deltaya Dûpişkê (δ Scorpii, Delta Scorpii, Cûba)    2,29    402
  Kappaya Dûpişkê (κ Scorpii, Kappa Scorpii, Girtab)    2,41    464
  Betaya Dûpişkê (β Scorpii, Beta Scorpii, Eqrab)    2,56    530
  Epsilona Dûpişkê (υ Scorpii, Epsilon Scorpii, el Lesat)    2,79    519
  Tauya Dûpişkê (τ Scorpii, Tau Scorpii, el Niyat)    2,8    500
  Sigmaya Dûpişkê (σ Scorpii, Sigma Scorpii, el Niyat)    2,9    600
  Omegaya Dûpişkê (ω1 Scorpii, Omega Scorpii, Cebhet el Eqreb)    3,93    424
  Ny Dûpişkê (ν Scorpii, Ny Scorpii, Cebhe)    4    437
  Xi Dûpişkê (ξ Scorpii, Xi Scorpii, Cebhe)    4,26    92,5

Stêra tewrî geş Antares navê xwe ji yewnanî girtiye. Navê wê Anti-ares, ango antî-mars, çima ku rengê wê bi Marsê ve dişibe hevdu hana hatiye bi nav kirin ku merîv dikare bona rengên wan wan şaş bike. Navê wê yê Erebî Qel el Eqreb jî berbelav e.


Girêdanên derve

ku:Dûpişk (birc)