Serhedî (devok): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Şêr (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 68:
 
== Bandora romîkî (tirkî) ==
Di nava devokên Kurmancî yên bakûr, ev devoka pêyê devokên rojavayî yên ku li rojavayê [[Bakurê Kurdistanê]] tên axavtin, zêde di bin bandora zimanê romî (tirkî) de maye. Bandora romî ya li ser vê devoka kurdî, dikare li du kategoriyan bê cudakirin.
{{...}}
 
Yekem tesîra kevin ya ji osmanî û tirkomanî (azerî). Ji zimanê osmanî û tirkomanî hin peyv ketine devoka serhedê û mirov ji vanan re dikare rasterast "jêgirtî" bibêje, ji ber ku ev di ferhengoka devokî de kok dane û ketine edebiyata devkî, kilamên dengbêjî û stran û çîrokên kurdî. Piraniya wan navdar in, lêker û rengdar kêm hatine girtin: bi mînakî ''gozel'' (< ji romî: güzel), ''orte'' (< orta), ''sax'' (< sağ), ''anor'' (bi rêya romî: onur < ji latînî: honor), ''sobe'' (bi rêya romî: soba < ji almaniya navîn "stuba") hwd..
 
Kategoriya duyem ya balkêş e. Di van salan davîn de xeynî ji peyvên teknolojîk, ên bi xwe etîmolojîkî ne romî ne, belê bi rêya romî ketine kurdî (mînak televizyon di romî de ji fransî télévision hatiye girtin), gelek lêker û rengdar ji romî ketine ferhengoka vê devoke. Sedema vê fenomen a bandora enflasiyoner di pirewateyiya hin peyvan di vê devoke de ye. Mînak peyva rind di devoka serhedê de heye xwedî deh wateya ye. Çend wateyên peyva rind: baş, xweş, bedew, sax, pak hwd.. Hinek ji wanan bi jêgirtiyên ji romî ve hatine guherandin.
 
== Çavkanî ==