Cudahiya di navbera guhertoyên "Zarava" de

4 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 9 salan
kurteya guhartinê tune ye
'''Zarava''', bi [[kurdî]]: Zarava, zarawe, zarav, zaraw, di zimanekî de devok û ankû dîyektên ku tên axiftin in. Bi gotina Zarava, ev tê ser ziman. Zarava, koka wê ji "zar" tê. Zar, di wate dengdanê de tê ser ziman. Dengên bi qêrîn, dengên bi axîn, dengên bi helbestî û hwd, mirov karê her weha hê gelek awayê gotinê di vê çerçova wê de bêne ser ziman. Minaq, ji dengên helbestî re "zargotin" tê gotin. Zar, weke gotinaka kokî, di serî de, şeklê axiftin û ankû gotinê têne ser ziman. Li hin herêmne "devok jî weke gotina zarava di wate wê de tê bikarhanîn. Lê di temenê etîmolojikîya gotinê de ku mirov wê bêne ser ziman, mirov wê dibîne ku devok bidevkî axiftinên bin zarava re têne ser ziman. Minaq, di zaravayê kurmancî de li herême botanê devokê botkî heya. Devokê serhedkî heya. Di hundurê zaravayan de devokên ku tên axiftin ên jev cuda ji wan re devok tê gotin.
 
Li Kurdistanê, pirr devok hene. Minaq, di zaravayê soranî de jî devokên cuda bi demê re pêşketina. "Devokê[[Devok]]ê hêwlerkî" û hwd pêşketina. Gotina devok, ne di wate zarava de lê di wate devkên jevcuda ku di hundurê wî zaravayê de jî tên axiftin têne ser ziman. Li kurdistanê, bi dehan devikên axiftinê hene. Lê hemû devik jî, di bin zaravayên sereke ên kurdî ên weke Zazakî yanî kirmanckî, kurmancî, Soranî Goranî û hwd re tên komkirin. Devikên di kurmancî de tên axiftin, devikên ku di soranî û zazakî de tên axiftin û devikên ku di goranî de tên axiftin, çend ku li gorî herêmê cudahîyên wan hebin jî, di asta zarava de dibina yek. Zarava jî, di asta ziman de dibina yek.
 
Bo mînak di [[kurdî]] de bi navê [[kurmancî]], [[dimilî]] (kirmanckî, zazakî, kirdî, ginî), [[soranî]], [[goranî]] zarave hene. Hemî ziman xwedî zarave bûne/ne. Mixabin hin caran tevlîhevî di nîşankirina zaraveyan de derdikevin. Divê mirov cudatiya di navbera zimanê kolanê (zimanê argo), zimanê tevlîhev, zimanê standart û zaraveyan baş têbigihêje.
Bikarhênerê bênav