Civak: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
 
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
''Civak'' komeka [[kitkesan]] e ko berjewendîyên hevpişik, û reng e, [[ferheng]] anko çand û [[damezrayî]] anko înstîtûtên xwe yên hevpişik hene.
==Nav û karanîn==
Peyva [[Kurdî]] ''civak'' ji du parên ''civ'' ji ''civîn''ê û ''ak''ê pêkhatîye. Navek e ji bo diyarkirina civîna kitkesan li dor hev. Ev peyv ji peyvên nû yên zimanê Kurdî ye ko berîya nîvîya duyê ji sedsala 20'ê bi vê ramanê nebûye. Peyva [[Inglîzî]] ji bo wê ''society'' ye ko li sedsala 15'ê bi vê ramanê xweyabû. Ev peyv wekiî piranî ya peyvên bi wê ramanê di piranî ya zimanên [[Ewrûpayî]] da ji peyva [[Fransî]] ya ''société'' û [[Latînî]] ya ''societas'' anko ''bi dostanî civîna digel xelkê dî'' û ji ''socius'' anko ''heval, dost, hevrê û şirîk''î hatîye. Veşartî di ramana hemîyan da kombûn an civîneka li dor berjewendî û xemên hevpişk heye.
 
Di zanistên sîyasî da, ev zarav ji bo hindê bikardihêt ko behsa peywendîyên tevaneyên mirovan bihevra bikin, li beranberî [[Hukmet|Hukmetê]], anko, sazîya [[rêvebirin| rêvebirinê]] li welatekî:
 
Di zanistên civakî da, civak jibo binavkirina destekên xelkî bikardihêt ko [[dozenên (sîstemên) civakî]] yên nîv-girtî pêkdiînin ko têda piranîya tikhilîyan dinavbera kitkesên nav destekê bi xwe da çê dibin.
 
Li goreyê [[Anthony Giddens]], [[civakzanistvan|civakzanistvanê]] [[Brîtanyayî]], hemî civak di yek tiştî da hevdigirin: endamên hemîyan di tikhilîyên civakî yên nijinandî da li goreyê ferheng an çandekê hatine rêkxistin. Lewma, li goreyê wî, çi civak bê ferheng nabin û çi ferheng jî bê civak peyda nedibûn. (Anthony Giddens, Sociology, 4th edition, Polity Press in association with Blackwell Publication, 2001, page 22).
 
==Werara civakan==
Civakzanistvan civakan li goreyê astê teknolocîya, peywendîyan û aborîyê dabêş dikin: (1) nêçîrvan û komker, (2) cotkarên sade, (3) cotkarên pêşkevtî, (4) pîşesaz, anko sin'etî. Ev mîna dozekê ye ko pêştir ji alîyê [[mirovzanistvan|mirovzanistvanên]] wekî [[Morton H. Fried|Morton H. Friedî]] hatine pêşkêşkirin. Ew hemî civakan li hemî ferhengên mirovahîyê li goreyê werara [[neyeksanî yên civakî]] û dewrê hukmetê polên dikin û disinfînin. Ew dozena polandinê çar sinfan bi xwe ve digirit:
 
* Destekên [[Nêçîrvan-komker]] ko bi giştî [[yeksan-bawer]] anko ''egalîter'' in,
* Civakên [[eşîrî]] ko himdek astên [[rêzbendîya civakî]] û prestîjê heye,
* Nijarên [[çînatî]] ko bi serokan dihên rêvebirin,
* [[Bajêrwarî]] anko ''medenîyet'' bi rêkxistin, herema civakî û damezrayî yên hukmetî yên xwe yên pirgirê.
 
Bi dirêjahî ya demê, hındek ji ferhengan ber bi şeklên pirgirêtir û aloztir yên rêkxistinê û kontrolkirinê werar kir. Vê [[werara ferhengî]] bandoreka xurt li ser şêwazê civakan hiştîye. Eşîrên nêşîrvan-komker li dora zadên demsalî akincî bûn û [[gundên cotkarî]] ava kirin. Gund mezin û mezintir bûn û bûn bajêrok û bajêr. Bajêr bûn [[Bajêr-hukmet]] û [[netewe-hukmet]].
 
==Saloxetên civakê==
Ev sê pêkhat di navbera hemî pênaseyên civakan da hevpişk in:
 
* Tor anko şebeke ya civakî
* pîvikên endambûnê,
* şêwazên nemazeyî yên rêkxistinê.
 
===Tor anko şebekeya civakî===