'''Cejna Qurbanê''', '''eyda haciyan''' an jî '''eyda qurbanê''' (bi [[erebî]]: {{bi-ar|عيد الاضحى}}, ''Ayd al-Adha''; [[farsî]]: عید قربان , ''Eyd-e Qorban''; [[tirkî]], ''Kurban Bayramı'') li gorî baweriya [[misilman]] cejna qurbankirina ajalan a dînê [[îslam]]ê ye. Ew li gorî [[Salnameya Hîcrî|salnameya hîcrî]] di roja 10'an a meha [[Zîlhice]] de dest pê dike û çar rojan diajo. Ji bo sedema cudahiya di navbera salnameya hîcrî û [[salnameya Gregorî]] de, 10 an jî 11 rojan ciyawazî heye, li gorî salnameya Gregorî ew her sal di demên cuda de tê pîrozkirin. Cejna Qurbanê herwiha ji bo [[misilman]]an dema ferza îslamî ya ziyaretkirina [[Kabe]]yê ye ku misilman bi vê ziyaretê dibin hacî.
Li welatên ku gelheya wan bi giştî misilman in, cejna Qurbanê weke betlane ya fermî tê qebûlkirin. Cejna Qurbanê bi [[Cejna Remezanê]] re yek ji girîngtirîn cejnên [[îslam]]ê ye.