Partiya Gel a Komarî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B r2.7.1) (robot zêdekirin:bar:Republikånische Voikspårtei
Şêr (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Partiya Komara Gel''' an jî '''Cumhuriyet Halk Partisi''' (CHP), navê partiyeke siyasî ya [[Tirkiyê]] ye.
 
Di [[9'ê rezberê]] [[1923]]'î de ji aliyê damezrênerê [[Komara Tirkiyê]] [[Mustafa Kemal Atatürk]] ve hatiye damezrandin. Yekemîn partî ya Komara Tirk e. Ji bo CHPê ''"Partiya Atatürk"'', ''"Partiya ku dewlet çêkiriye"'' jî tê gotin. Heya salên 50'î tekane partî bû û rê ji partiyên din rê nedihate hîştin. Ji [[1950]] heya [[1972]] jî dîsa partiya navendî û sereke bû û gorî zagonan hinde avantajên wê hebûn.
 
Tirkiye bûbû endamê [[NATO]]yê û pişta xwe dabû cîhana rojava. Ji hundir ve jî dixwast wekî di dema Atatürk de bêî demokrasî, bêî çareserkirina pirsgîrêka Kurd û bêî kontrola zagonan li ser aboriyê îdareya xwe bike. CHPê dixwast wekî berê bi serê xwe desthilatdar be. Lê herdu şerên cîhanê li paş mabûn, [[kapîtalîzm]] dikete Tirkiyê û dinya bi her awayî dihate guhertin. Di destpêka salên [[1950]]'î de bi navê ''"şoreşa spî"'' hin gavavêtin pêkdihatin.
 
== NATOyê çi guhert û CHP çawa ji "textê bavo" hate xwarê? ==
Rêz 15:
== Dema [[Bülent Ecevit]] ==
 
Di hilbijartinên [[14'ê kewçêrê]] [[1973]]'î de CHP biserdikeve û dema ''"Karaoğlan - lawikê reş"'' destpêdike. Tirkiye seranser di nava şerên navxweyî de bû. Ji aliyekê ve sosyalîst û komûnîstankomûnistan bi rastgîran û hêzên ewlekariyê re şerdikirin, ji aliyekê ve jî gelê Kurd doza mafên xwe dikir. Ecevit diviyabû zirav tevbigere. Heger bi devkî xwe nedaba aliyê çepa navendê dikaribû sosyalîst biserbikevin. Ji nişka ve CHPê di bin serokatiya Evevit de polîtîkayên çepgîr bilêvkirin. Ecevit wekî lehengekê ji aliyê gel ve hate pêşwazîkirin. Hemî hêzên mihalefetê ku Kurd jî di nav de, pesnê Ecevit û CHPê dan û alîkariya wê kirin. Heya destdanîna li ser desthilatdariyê ya leşkeran di 1980'î de Tirkiyê xwe bi vî awayî ji xetereyan parast.
 
== CHP a îro ==
 
Di hilbijartinên 3'ê sermawezê 2002'î de CHP bû oppozîsyon. Di bin serokatiya [[Deniz Baykal]] de li dijî hikûmeta îslamîstên navendê ango li dijî [[AKP]]ê di parlamentoyê de pêşbirka desthilatiyê de ne. Nêrînên rastgîr bilêvdike. CHP a îro li dijî mafên Kurdan e û Kurdperweran wekî "dijmin" binavdike. Herwekî li dijî YE û hin daxwazên DYAyê tevdigere û polîtîkayên dema Şerê sar dimeşîne. Xwe wekî "Kemalîst, neteweperest" binavdike.
 
[[Kategorî:CHP]]