Hindistan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 123:
[[Wêne:KedarRange.jpg|thumb|right|Çiyayên Hîmalaya]]
 
== Dîn (Ol) ==
Hindistan ji aliyê çand û dînan ve gelek dewlemend e. Gelek ayînên xweser ên Hindistanê hene. Li ser axê Hindistanê dînên mîna [[Hinduîzm]]ê, [[Budîzm]]ê, [[Jainizm]]ê û [[Sîhîzm]]ê li vir derketine. Herwiha ji ber êrîşan û rewşa wan a nebaş bawermendên zerdeştî jî koçî Hindistanê dikin ku niha civateke wan a berbiçav li Hindistanê heye. Piştî sedsala dehan ayîna îslamê jî digihe welatê Hindistanê. Herwiha ayîna Xiristiyanê jî li Hindistanê peyde dibe. Di sedsalên bûrî de bi saya êrîşên êlên misilmanan baweriya îslamê pêl bi pêl li Hindistanê belav dibe. Lê ev gelekbûna civata misilmanan li Hindistanê her tim bûye sedema pevçûnên di navbera hîndu û misilaman de. Herwiha împeratoriya Hindistanê ku axa Pakistana niha jî di nav de bû ji sedema nakokiyên di navbera misilman û hinduyan bû du parçe. Bi salan gelek pevçûn di navbera misilman û hinduyan pêk hatin û gelek mirov ji her du aliyan jiyana xwe ji dest dan. Hindistan yek ji dewletên sereke ye ku gelheya wê ya misilman gelek e. Lê dîsa jî li gorî hejmaran baweriya hinduîzmê dînê sereke yê Hindistanê ye.<ref>http://books.google.com/books?id=DPWGpVvBvx8C&pg=PA135&hl=en* v=onepage&q&f=false</ref>