Misira kevnare: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 51:
 
Rola civakî ya jinan bi tevahî nehatiye ronîkirin, lewra hê jî tê guftûgokirin ka jin bi çi havî tevlî jiyana civakî bûne, lê dîroknas li ser vê mijarê wiha li hev dikin ku rewşa wan wek di dema Yewnanistana antîk de pir baş bûye. Wer xuya dike ku jin û mêr li gorî qanûnê wekhev bûn, lê rastiyek e ku jin pir nadîr digihîştin pozîsyonên rêveberiyê. Gelo di vê mijarê de jin rastî tengasiyan dihatin an na, an jî bi dilê xwe nadixwestin bikevin karên wiha naye zanîn. Ji cavkaniyên dîrokî yên wê demê ew derdikeve holê ku jimara jinên tevlî rêveberiyên bilind bûne pir kêm in. Lê di pîşeyên aşvanî û bîra çêkirinê de çavkaniyên misirî destnîşan didin ku gelek jin wek xebatkar aktîf bûn. Herwiha, nivîsên dîrokî yên wê demê pir caran qala xwedîkirina jinên bî dikin. Evya kare wek kêmbûna îmkanên bi dest xistina abor ji bo jinên bî kare bê fehmkirin. Jin û mêrên zweicî bi giştî monogam dijîyan. Polîgamî heta neha tenê ji bo keyaniyê û hin memûrên bilind hatiye îspat kirin.
 
Di wê demê de gelek bebik û zarok ji ber nexweşî û têrnebûyî dimiriyan, lewra malbatên ku çiqas zêde zarok xwedî dikirin, ewqas jî prestîja wan hebû. Demajoya jiyanê ya gelemperî jî pir ne bilind bû. Misirî hertim bi vê baweriyê bûn ku xwedayên wan li hêla wan in. Tirsa wan bi pirranî ji sextekarî û 'ruhên nexweş' hebû. Li gorî baweriya wan, gava ku mirovek dimiriya, ruhê wî kesî diçû seyahatekê bo ku bigihêje welatê miriyan. Û heger tirbek dihate şaetandin, ruhê ew kesê mirî xwe li ser rêya xwe winda dikir û bi ketina xewnan heyfa xwe ji mirovan dihilandin. Tê gotin ku rojekê fîrawinekî, piştî ku ruheke wendayî ketiye xewna wî û jê re qala derdê xwe kiriye, biryar daye ku goristaneke hilweşandî ji nu ve avabike da ku ruhên nexweş dîsa bikevin riya rast û bigihêjin welatê miriyan.
 
{{Kurt}}