Misira kevnare: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 50:
Pirraniya gelê misirî cotkar bûn û jiyaneke zehf sivik derbas dikirin. Erdên wan ên biçûk hebûn, ên ku li dora kenarên çemê Nîl xwe dirêj dikirin. Li ber çemê Nîlê, gelê misirî yê kevin salê 8-9 meh genim, mêwe û zebze diçand. Ji ber ku ew mecbûr mabûn jiyana xwe bi cotkarî û ajaldariyê derbas bikin (bona têrkirina zikên xwe), wan bizin, berx û ga jî xwedî dikirin. Herwiha, ji bo demên sêlavê her sal depoyên xwarinê jî dihatin amadekirin.
 
Rola civakî ya jinan bi tevahî nehatiye ronîkirin, lewra hê jî tê guftûgokirin ka jin bi çi havî tevlî jiyana civakî bûne, lê dîroknas li ser vê mijarê wiha li hev dikin ku rewşa wan wek di dema Yewnanistana antîk de pir baş bûye. Wer xuya dike ku jin û mêr li gorî qanûnê wekhev bûn, lê rastiyek e ku jin pir nadîr digihîştin pozîsyonên rêveberiyê. Gelo di vê mijarê de jin rastî tengasiyan dihatin an na, an jî bi dilê xwe nadixwestin bikevin karên wiha. çêkirinnayenaye zanîn.
 
{{Kurt}}