Efrîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 20:
'''Efrîn''' yan '''Afrîn''' bajarek li [[Başûrê Rojavaya Kurdistanê]] ([[Sûriye]]) ye.
 
'''Efrîn''', hin caran li ba kurdên Urfadê '''Arfîn''' yan '''Erfîn'''; bi arabî عفرين, مدينة عفرين ، مركز منطقة عفرين û bi zimanên europayî Afrin, navê deverekê ye li [[Çiyayên Kurd]] yan [[çiyayên Kurmênc]] e جبل الاكراد , îro bi wîlayeta Halabê ve li Suriyê girêda ye. Afrîn navê bajarê navendiya eyn deverê ye jî. Ferehiya devera Afrînê bi tev 366 gundên xwe ve dighîne 2.033 km çiwarkuşe e. Di bajara Afrînê de nezîkî 80.000 niştîvan dijîn. Li devera Afrînê bi giştî nizîkî 490.000 kesan dijîn. Bi navenda Afrînê ya fermî ve 7 deverok yan nahiyên din girêdayî ne: Efrîn(navend) ,[[Cindirês]] ,[[Mabeta]] ,[[Reco]] ,[[ŞîyêŞiyê]] ,[[Bilbilê]] û [[Şera]].Wateya peyva Afrînê (afirandin, afirîn) cihê çêbûna pîrozî ye.
 
== Semt û cih ==
Rêz 78:
== Kela û seyrangehên Çiyayê Kurmênc ==
 
Herêma Çiyayê Kurmênc ji aliyê arxêyologî û torîstîkî ve jî herêmeke gelek xweş e. Wek hemû aliyên Kurdistanê, di bin axa vê herêmê de jî, li her cihekî şopa çand û civakên kevnar heye. Lê tenê hin tişt ji wan li ber çavan tên xuyakirin. Li Çiyayê Lêlûn gelek avahiyên kevnar aşkere û diyar in. Li vî çiyayî, ya here bi nav û deng Kela Semanê ye, ku ewropayî jêre „San Sîmon“ dibêjin. Her sal, bi lekan û qeflan torîst tên li vê kelayê temaşe û mêze dikin. Li bakurê-rojhilatê herêma Efrîn Kela Horî[[Nebî Hurî]] heye, ku ji wê re ewropayî „Sîrûs“ dibêjin. Li nêziya vê kelayê, Pira Kevnare heye. Pire li ser Çemê Efrîn hatiye avakirin û hên jî tê bikaranîn. Li Deşta Cûmê, ji aliyê Hemqê de heya Kela Horî, gelek girên kevnare yên avakirî hene. Her girek ji wan, ji her aliyekî ve, ji du girên din ve tê xuyakirin. Gava van giran dikolin, gelek tiştên bi nirx ji wan derdikevin. [[Girê Endarê]] jî cihek pêwist e.
 
Ji aliyê din ve, seyrangeh û cihên bihinvedanê jî gelek hene. Ewên bi nav û deng ev in: Kefircenê: Bi av, dar û berên xwe tê naskirin. Li vir gelek aşxane û cihên şahiyan hene, ku ew her roj dagirtî ne. [[Basûtê]]: Bi darên henaran û kaniya xwe navdar e. Dibêjin ku xwarina aşxana vir bê kêmasî ye. Meydankê û Gemrûkê bi sîlavên avê tên naskirin. Ava Sarisabûnê, li binaniya Kela Horî, gelek seyrangeran ber bi xwe ve dikişîne û wisa jî Kitix û Tislor. Kaniya Batmanê jî wek seyrangeh li ber Ava Reş e, lê ji ber ku ew li ber sînor e, pir mirov naçin wir.
 
== Warên pîroz ==