Şal û şapik: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 20:
 
Ji ber ku wek cil û bergên resen ên kurdan tê qebûlkirin, şal û şapik perçeyeke girîng a nasnameya kurd e û kare wek cil û bergên neteweyî ya hemû kurdan bê hesibandin. Di sala 1945'an de dewleta romî ji ber heman sedemê li xwe kirina şal û şapikê qedexe kir û wiha xwest hebûna cilên neteweyî yên kurdan ji civaka rojane derxe.
 
Pêşmergeyên ku ji bo rizgariya Kurdistana başûr li dijî rejîma Seddem Husseîn şer dikirin şal û şapik wek cilên leşkerî li xwe dikirin. Ev cara ewil bû ku şal û şapik wek 'cilên fermî' ya rêxistinekê hatin bikaranîn û di şer de ev cil û berg bi awayeke berfireh wek navnîşana hebûna gelê kurd hate bikaranîn. Mesûd Barzanî, serokê hikumeta herêma Kurdistanê, ji bo gelek hevdîtin û civînên navneteweyî şal û şapik li xwe dike û bi vî havî nasnameya kurd ji siyaseta navneteweyî re dide nîşan.
 
Îro şal û şapik ji nu ve dibe perçeyeka jiyana rojane. Êdî pir caran ciwan jî di rojên neteweyî û yên dîlanê de şal û şapik li xwe dikin. Lewra dukan û derzîkerên ku şal û şapik didûrin û difiroşin her ku diçin zêde dibin. Herwiha, dûrandin û kirîna şal û şapikan biha ye - û evya navnîşaneke din a bedewiya wê ya ji bo kurdan e.