Têmûrê Xelîl: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Têmûrê Xelîl.jpg|thumb|250px|Têmûrê Xelîl]] [[Wêne:Timur-xelil23.jpg|thumb|Têmûrê Xelîl]]
'''Têmûrê Xelîl''' [[wergêr]] û nivîskarekî kurd e.
== Jînenîgarî ==
'''Têmûrê Xelîl''', sala [[1949]]a li paytexta [[Ermenîstan]]ê, li bajarê [[Rewan]]ê (Yêrêvanê) ji diya xwe bûye. Piştî temamkirina fakûlta [[fîzîk]]-[[matêmatîk]], sê salan (1974-1977) li gundê kurda – [[Sîpanê]] dersên matêmatîkayê daye zarokên kurda. Ji sala 1977-1981 û 1984-1992 di rêdaksyona rojnama kurdî ya “[[Rya teze]]” da xebitîye: pêşî wek nûçegihan, paşê jî wek serokê beşa çandê. Di salên 1981-1984an da [[rêdaktor]]ê [[radyoya kurdî ya Yêrêvanê]] bûye. Di salên 1992-1997an da cîgirê rojnama kurdî ya “[[Golos kurda]]” bûye, ku li Moskvayê bi zimanê rûsî çap dibû. Bi seda gotarên wî di kovar û rojnameyên ermenî û rûsî da û herwiha hema bêje hemû [[kovar]] û rojnamên [[kurdî]] yên bi nav û deng, ku li Ewrûpayê û Kurdistanê derdiketin û derdikevin da çap bûne. Di nav wan da hevpeyvînên bi [[Cegerxwîn]], [[Qanatê Kurdo]] û [[Ebdurehman Qasimlo]] jî hene.
 
Têmûrê Xelîl çend sala endamê komîtêya [[Komela Xwendkarên Kurd]] bûye li Ermenîstanê, paşê jî bûye sêkrêtarê komîtêya [[Şêwra Rewşenbîrên Kurd li Ermenîstanê]]. Ew endamê Yekîtiya rojnamevanên bajarê Moskvayê ye. Ew yek ji endamên Komika “[[Kurmancî]]” ya [[Înstîtûya Kurdî ya Parîsê]] ye, endamê redaksyona kovara “[[Roja Nû]]” bû.
Çend sitranên wî di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da hene, wek “Mêrê mêrxas” (li ser [[Mele Mistefa Barzanî]]), “Milkê kurdî” û yên din.
 
Pirtûkeke Têmûrê Xelîl ya serpêhatiya ya bi sernavê “Dengê xûnê” ber çapê ye. Wî herweha pêşgotina dîwana Cegerxwîn ya 8a – “Aştî” nivîsîye, (em wê jî bêjin, ku ra tevayî [[Ferhenga ûrisî-kurmancî|ferhenga “Rûsî-kurdî”]] ya [[Î. Farîzov]] kirine “Tirkî-kurdî”.
 
Bavê wî – [[Xelîlê Çaçan]] 24 salan (1957-1981) serokatiya radyoya kurdî li Yêrêvanê kirîye, dayka wî – [[Eznîva Reşîd]] 27 salan (ji destpêkê: [[1955]]'an heta [[1982]]'an) spîkêra pêşin ya radyoya kurdî bûye. Du keçên Têmûrê Xelîl hene. Mîdîyayê beşa rojnamegeriyê ya Ûnîversîteya Moskvayê ya ser navê Lomonosov temam kirîye, lê Dîdare Ûnîversîteya Stokholmê, beşa sosîonomiyê xilaz kirîye û niha di belediya Stockholmê da wek sosîonom kar dike. Çend miqalên herdu keçên wî yên ser kurda di kovar û rojnameyên ermenî, rûsî û kurdî da çap bûne. Ango, ji malbeta Xelîlê Çaçan 3 kes rojnamevanên profêsyonal in, yek spîkêr (peyvkar) bûye û bi tevayî weke 80 salan bi karê xwe va xizmetî gelê xwe kirine.
Têmûrê Xelîl niha li [[Swêd]] dimîne, lê ji meha adarê sala 2008an derbazî Moskvayê bûye û di radyoya kurdî ya DENGÊ RÛSÎYAYÊ da kar dike.
 
== Berhemên wî ==
* Dengê Xwînê, kurteçîrok, 2009, [[Weşanên Lîs]], Amed