Cudahiya di navbera guhertoyên "Celadet Alî Bedirxan" de

2 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 8 salan
B
kurteya guherandinê tune ye
B
[[Wêne:BirayenbedirxanBedir Khan brothers.jpg|right|thumb|Kamûran, Sureyya û Celadet Bedirxan]]
'''Celadet Alî Bedirxan''' ([[1893]] [[Stenbol]]-15ê [[tîrmeh]] [[1951]] [[Hêcanê]]/[[Şam]]) siyasetmedar, rojnamevan û [[zimanzan]]ê [[kurd]] bû.
 
== Jîyangerî ==
 
Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxaniyan bû. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasîn. Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebitiye û li surgûn û nefiyê kovarên Hawar û Ronahî weşandiye. Xebatên Celadet bûn bingeha edebiyata Kurmancî ya hemdem. Di jiyana xwe ya siyasî da, Celadet beşdarî gelek çalakiyên neteweperwerane bû, ew endamê Xoybûnê û yek ji damezrînerên wê bû.
Piştî şerê Bedirxaniyan dijberî Sultan Ebdilhemîdî, tevî malbata xwe ber bi Yemenê ve hate surgûn kirin. Piştî ku tevgera rizgarîxwaza Tirk bi serokayetiya Mistefa Kemal Ataturk bi serkeft, mafên Kurdan hatin berbendkirin, di vê demê da fermana bidarvekirina Emîn Alî Bedirxan û her sê lawên wî derket. Emîn û lawên xwe Sureya çûn Misrê, Kamûran û Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kir. Celadetî xwendina bilind qedand û bawernameya doktoraya Hiqûqê wergirt. Li sala 1930ê, ew hat bajarê Şamê û dest bi xebata niştimanî kir. Di nav zebata Xoybûnê da endamekê pêşeng bû, ew yek ji beşdar û alîkarên Serhildana Agirî bû.