Wîkîpediya:Kurdîgeh: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
ئاسۆ (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 104:
::::::Gelo sazî, zanîngeh, hotel, karsaz, weqfeke başûrê Kurdistanê nikare civîneke wiha amade bike û me jî vexwîne? Pereyên wan hene, bi sedan projeyan fînanse dikin, ma carekê jî ji bo kurmancî-zazakî û ensîklopediya kurdî jî bikin qey dawiya erdxanê tê. Bo mînak zanîngehên Kurdistana Azad nikarin? Hêjano, hevalên li Bakur an Tirkiyeyê ne, dikarin bi hêsanî bo Başûr vîzeyê bigirin lê bo Ewropa na. Gelek ji me jî nikarin herin welat, herin Kurdistanê. Hela em berê nêrînên xwe bêjin. Xx.. --[[Bikarhêner:Bablekan|Bablekan]] ([[Bikarhêner nîqaş:Bablekan|gotûbêj]]) 14:31, 11 pûşper 2012 (UTC)
:::::::Ev jî fikreke baş e, lê mixabin em di destpêkê de ne. Divê pêşî em kombûnekê pêk bînin û piştre ji saziyên [[başûrê Kurdistanê]] alîkariyê bixwazin. Em hevdu nas nakin. Nexşerêyeke me ya diyar nîne. Em nikarin bi tenê bêjin, em xebatkarên wîkiyên kurdî ne, lewma alîkariya me bikin. Em kî ne? Li kû ne? Xwestekên me ji saziyên kurdî çine? Emê di pêşerojê de çi bikin? Hewcedariya me bi çi heye? Gelek pirsên weke van... Lewma divê pêşî em kombûnekê bi serê xwe çê bikin. Heke gengaz be, dîsa hevalên ku dikarin alîkariyê peyde bikin, dikarin ji me re bêjin. Li Ewropa derfet nîn in? Ez jî tême Almanyayê piştî demekê, lê ji bo kombûnê kîjan welatê Ewropayê be ji min re ferq nake.—<small>[[Bikarhêner:Gomada|<span style="background:Yellow">'''''<span style="font-family:Verdana;color:#006400">Gom<span style="color:red">ada</span></span></span>''''']]<sup>[[Bikarhêner nîqaş:Gomada|peyam]]</sup></small> 16:10, 11 pûşper 2012 (UTC)
 
:Sllaw berrêzan. Karêkî cwane, bellam be daxewe bo kurdanî rojhellat (ewaney wa êsta lêre ejîn) aşkrakirdnî naw û nîşan û kobûnewe tûşî kêşeman dekat. Ta nenasrawtir bîn baştre. Zor spas, her bjîn--[[Bikarhêner:ئاسۆ|Aso]] ([[Bikarhêner nîqaş:ئاسۆ|gotûbêj]]) 16:14, 11 pûşper 2012 (UTC)