Şêx Rizayê Talebanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Şêr (gotûbêj | beşdarî)
B clean up, replaced: Kurdîstan → Kurdistan AWB
+wêne û hinek serastkirin
Rêz 1:
[[Wêne:Shêx-Reza.jpg|thumb|Şêx Rizayê Talebanî
''(ji pirtûka D. Mukerrem Talebanî)'']]

'''Şêx Rizayê Talebanî''' ([[1835]]-[[1909]]) helbestvanê kurd e.

Line 6 ⟶ 8:

Şêx Riza di 1860î de diçe [[Heleb]]ê, paşê diçe [[Stembol|Îstenbolê]]. Du salan li Îstenbolê dimîne, pîşt re vedigere [[Kerkûk|Kerkukê]]. Piştî ku bavê wî dimire ji Kerkukê diçe bajarê Koyeyê cem apê xwe [[Şêx Xeffûr]]. Kaşo apê wî soz daye wî ku keça xwe bide Şêx Riza, lê paşê nadê. Şêx Riza jî li ser vê yekê diqehire ji Koyeyê diçe Kerkukê û dest pê dike helbestan li ser apê xwe dinivîse. Mesela rêzek jê weha ye:
{{helbest|
:"Mamekem qehpejine dewletî Seddadî heye

:Talihî rahber û bextî xuda dadî heye......"

Şêx Riza di [[1866]] an de diçe [[Erzirom|Erzerûmê]] û di wir re jî diçe Îstenbolê. Çi li Îstenbolê be û çi jî li derdorên padîşah be, di demeke kurt de nav û dengê wî belav dibe. Şêx Riza nêzî heşt salan li Îstenbolê dimîne. Paşê di [[1874]]an de vedigere Kerkukê. Pişt re ji karbidestên Kerkukê û ji hin malbatên mezin û şêx û axayên Kerkukê diqehire, ji Kerkukê bar dike diçe li Bexdayê bi cîh dîbe. Heta ji bo vê yekê di helbestek xwe de weha dibêje:
{{helbest|
:"Bem hale eger def'eytir biçime Kerkûk

:Me'lûm e be merdî neriwawe le serim tûk".

Dîsa di rêzeke helbesteka xwe de, ji Şêx Hesen re weha dibejê:
{{helbest|
:"Bo kerî îlan-î herb kird legel min Şêx Hesen

:Seyrîken yaran çi gobendêkî gêrra em kere".

Şêx Riza, Şukrî Fezlî û Cemîl Siddîq Zehawî çi bi erebî û çi bi kurdî gelek hîcîv li ser hev nivîsîne. Tê gotin ku Şêx Riza welê li ser wan nivîsîye ku êdî herdu şaîran jî ji ber Şêx Riza pes kirine. Mesela Şêx Riza di rêzekê de ji bo Şukrî Fezlî weha dibêje:
{{helbest|
:"Pûre Şukrî besîye ba netgêm û şemet leq nekem

:Dayke kêrxurut hewaley sûrî ser ecleq nekem".

:Kone hîzî sarî Bexda lêm heram bê şaîr î

:Ger kuzî xuşkit wekû eywanî Kesra şeq nekem".

Dîsa di helbestek xwe de henekê xwe bi hin şaîran dike û weha dibêje:
{{helbest|
:"Çunkî şaîr zor bûwe lem esre da
:BoteÇunkî heşrîşaîr nêrekerzor bûwe lem hucreesre da".

Bote heşrî nêreker lem hucre da.

Şêx Rizayê Talebanî di 1909an de di 74 saliya xwe de li Bexdayê wefat dike. Wî li Bexdayê nêzîkî gorra(mezelê) [[Şêx Evdilqadirê Geylanî]] vedişêrin.