'''Îşareta analog''' (bi [[Inglîzî]] ''analog signal'') [[îşaret|îşareteka]]eka berguhêr e ko ji aliyê demê û [[mezinahî (kareva)|mezinahiyê]] ve berdewam e. Bervajî vê, di [[îşareta tivilman]] da biçûktirîn guhartin guhartineka ramandar e. Behsa anaolgiyê piranî di [[kareva|karevayê]]yê da dihêtdihat kirin, lê sîstemên mîkanîkî, avikanî (haydrolîk) û bayanî (pneumatik) jî dikarin îşaretên analog vebiguhêzin.
Hemî pêzanîn (informasiyon) bi îşaretên analog dihên şandin. Jibo vê, her îşaretek [[bersiv|bersiveka]]eka pîvayî beranberî guhartina di diyarokeka fîzîkî da ye, jibo mînak, [[deng]], [[ruhnî]], [[germahî]], [[pest]] an [[pêgeh|pêgehî]]î da ye û ev bi rêya [[transducer]] anko [[terabersivîn|terabersivînekê]]ekê pêkdihêt.
Jibo mînak, di tomarkirineka analog ya dengî da, guhartina pesta dengî di [[maykrofon]] anko [[guhok|guhokekê]]ekê da dibit sedema guhartina mezinahî ya [[voltînî]] ya [[sirêma karevayê]] ko ji guhokê derbaz dibit. Zêdebûna mezinahî ya dengî dibit sedema guhartina voltînî ya karevayê bê guhartina nizim anko rîtma wê.