Famîleya narewanan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomarkirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 16:13, 24 gulan 2012

Famîleya narewanan (Fagaceae) famîleya riwekan e, di desteya Fagales de cih digire. Heşt heya 12 çîn, 670 heya 900 cure hene di vê malbatê de. Bi taybetî li nîvkada bakur a erdê belav bûye.

Castanopsis sieboldii

Sîstematîk

Famîleya Fagaceae sala 1829'ê ji aliyê Barthélemy Charles Joseph Dumortier ve, di Analyse des Familles de Plantes, 11, 12'ê ye hatiye binavkirin. Navekê din ê vê malbatê jî, Quercaceae Martinov. ye.

Famîleya Fagaceae di bin du binekoman de, wekî 7-12 çîn, 670-1000 cureyan hatiye bikategorîkirin:

  • Binekoma Fagoideae K.Koch: Tekane çîn, bi qasî 10 cureyan:
  • Binekoma Quercoideae Õrsted: Bi qasî heft çîn û 640 cureyan:
    • Kestane, şambelot (Castanea Mill.): Bi 7-12 cureyan li nîvkada bakur.
    • Kestaneya Çînê (Castanopsis (D.Don) Spach): Bi 120 heya 200 cureyan li Asyayê.
    • Chrysolepis Hjelmq.: Du cure li rojavayê DYAyê.
    • Lithocarpus Blume: 120-300 cure li bakurê Amerîka û rojavayê Asyayê.
    • Berû (Quercus L.): Bi qasî 400 heya 600 cureyan li nîvkada bakur.
    • Trigonobalanus Forman (Syn.: Colombobalanus Nixon & Crepet, Formanodendron Nixon & Crepet): Bi qasî sê cureyan li Kolombiya û Asyayê.

Çavkanî

Girêdan