Şerefxanê Bidlîsî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Şêr (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 10:
 
==Jiyana Şerefxanê Bedlîsî==
Şerefxanê Bedlîsî ([[Mîr Şeref Xanê Bedlîsî]], [[Şerefedîn Xan al-Bidlîsî]]) ku nivîskarê [[Şerefname|Şerefnameyê]] ye, di sala 1543'an de li nêzîkê bajarê [[Qum]]ê ji dayik bûye. Bavikê wî serokatiya eşîra [[Rojkî]] (Ruzegî) dikirin û mîrîtiya bajarê [[Bedlîs]]ê dikirin. Ji ber ku navê bavikê wan tevil tevlîheviyên li dijî siltanê [[Osmanî|osmaniyan]] bû, reviyan cem [[Safewî|safewiyan]]. Dema Şerefxan neh salî bû li gel zarokên [[şah]] dersan dibîne. Hîn di emrekî biçûk de dest bi birêvebiriya dewletî dike û li bajarinan rêvebiriyê dike. Nêzîkê bîst salan li gelek bajarên safewiyan walîtiyê dike. Sala 1576'an ew ji ser karê wî kişandin serayê û li wir ji ber kirinên ne li cîh ji karê wî girtin. Vê yekê ew hewqasî êşand ku tevil 600 kesên eşîrê û malbata xwe vegeriya [[Wan]]ê di çileyê sala 1578'an de. Waliyê herêmê [[Xusrev Paşa]] ji sulatanê wê demê [[Siltan Mûradê III]] (ji sala 1574'an ta sala 1595'an li ser desthilatiyê bû) xwest ku Şerefxan bîne ser mîrîtiya wî li [[ocaqliq]]a Bedlîsê. Ser vê yekê ew wekî mîrê Bedlîs û [[Mûş]]ê hate pejirandin. Wî dema nivîsana tarîxa kevin ya Kurdistanê bi navê ''Şerefname'' bi dawî kir di sala 1597'an de, êdî ew bi tenê bi navê xwe desthilat bû. Di rastiya rojane de kurê wî [[Şemsedîn]] êdî kar û barê mîrîtiyê dimeşandin. Şerefxan êdî ji kemsî ve ta sala 1599'an jiya. Li gor hin jêderan ew di sala 1603'an yan jî 1604'an de çûye ser dilovaniya xwe.
 
==Çavkanî==
Rêz 19:
* [http://web.telia.com/~u63802125/Xaneper/Hemsida/Nivisar/Kurdimak/serefname.html Şerefname; pencereya kurdan a ber li mêjûyê]
 
[[Kategorî:NivîskarNivîskarên kurd]]
[[Kategorî:Siyasetmedar]]