Efrîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 18:
| malper =
}}
'''Efrîn''' yan '''Afrîn''' bajarek li [[Başûrê Rojavaya Kurdistanê]] ([[Sûriye]]) ye.
 
'''Efrîn''', hin caran li ba kurdên Urfadê '''Arfîn''' yan '''Erfîn'''; bi arabî عفرين, مدينة عفرين ، مركز منطقة عفرين û bi zimanên europayî Afrin, navê deverekê ye li [[Çiyayên Kurd]] yan [[çiyayên Kurmênc]] e جبل الاكراد , îro bi wîlayeta Halabê ve li Suriyê girêda ye. Afrîn navê bajarê navendiya eyn deverê ye jî. Ferehiya devera Afrînê bi tev 366 gundên xwe ve dighîne 2.033 km çiwarkuşe e. Di bajara Afrînê de nezîkî 80.000 niştîvan dijîn. Li devera Afrînê bi giştî nizîkî 490.000 kesan dijîn. Bi navenda Afrînê ya fermî ve 6 deverok yan nahiyên din girêdayî ne: [[Jindêrês]], [[Şaran]], [[Mobetan]] (Mahbata/Mahbatlî), [[Rajo]] (Raco/Reco), [[Bilbul]] (Bilbil) û [[Şiyê]]. Wateya peyva Afrînê (afirandin, afirîn) cihê çêbûna pîrozî ye.
 
== Semt û cih ==
Rêz 45:
 
Di rastiyê de, êlîtî êdî li vê herêmê namye û heya pir kes jî hene, ku nizanin ka ew ji kîjan êlê ne. Lê dîsan jî, emê êl û eşîrên Çiyayê Kurmênc bidin naskirin. Êlên li vê herêmê ev in:
* [[Amkan]] (Amkî): Ji Bilbilê heya Reco û Şiyê belav dibin.
* [[Biyan]] (Biyî): Bi taybetî li aliyê navçeya Bilbilê ne.
* [[Şêxiyan]] (Şêxî): Li aliyê Bilbil, Reco û heya Çiyayê Xastiyan belav dibin.
* [[Xastiyan]] (Xastî): Li Çiyayê Xastiyan dimînin (navçeya Mabetan).
* [[Cûmiyan]] (Cûmî): Li Deşta Cûmê dimînin (navçeya Cindirêsê).
 
Ev pênc êlên pêşîn niştecihên vê herêmê ne, yanê ew ji berê de li vir in. Bi taybetî êlên Amkan û Cûmiyan, ku navê wan di heyamên kevnare de jî derbas dibe. Ji bilî van ev êlên din jî hene, ku dibe ew paşê hatibin vê herêmê. Ew jî ev in:
* [[Şikakan]] (Şikakî): Li aliyê rojhilat dimînin (navçeya Şeran). Dibe ku ev êl, di demekê de, ji Şikakên rojhilata Kurdistanê veqetiyabe û hatibe vê herêmê.
* [[Robaran]] (Robarî): Li rojhilatê Çiyayê Lêlûn dimînin.
* [[Şêrewan]] (Şêrewî): Li rojavayê Robaran, li Çiyayê Lêlûn û kuntarên wî de dimînin.
* [[Heyştiyan]] (Heyştî): Li kuntara Çiyayê Xastiyan, li ber Deşta Cûmê dimînin.
 
Hinek ji êla Rojkî, ku warê wan ê bingehîn li herêma Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ye, li gundê Şêxorzê û derdorên wî hene. Hin kes jî, bi taybetî ji gundên Coqê û Maratê û hin gundên din dibêjin, ku ew Çeqelî ne (êla Çeqeliyan). Hin malbat ji êlên herêmên Kurdistanê yên din jî li Çiyayê Kurmênc peyda dibin wek: Dinî, Hevêdî(Hevêrkî), Zagî û hwd.. Gundên bi navê [[Xerzan]], [[Xaltan]], [[Dimiliyan]] û [[Behdînan]] xweş didin xuyakirin, ku pêwendiya wan bi kîjan êl û herêmên Kurdistanê re heye.
 
Line 77 ⟶ 79:
 
Herêma Çiyayê Kurmênc ji aliyê arxêyologî û torîstîkî ve jî herêmeke gelek xweş e. Wek hemû aliyên Kurdistanê, di bin axa vê herêmê de jî, li her cihekî şopa çand û civakên kevnar heye. Lê tenê hin tişt ji wan li ber çavan tên xuyakirin. Li Çiyayê Lêlûn gelek avahiyên kevnar aşkere û diyar in. Li vî çiyayî, ya here bi nav û deng Kela Semanê ye, ku ewropayî jêre „San Sîmon“ dibêjin. Her sal, bi lekan û qeflan torîst tên li vê kelayê temaşe û mêze dikin. Li bakurê-rojhilatê herêma Efrîn Kela Horî heye, ku ji wê re ewropayî „Sîrûs“ dibêjin. Li nêziya vê kelayê, Pira Kevnare heye. Pire li ser Çemê Efrîn hatiye avakirin û hên jî tê bikaranîn. Li Deşta Cûmê, ji aliyê Hemqê de heya Kela Horî, gelek girên kevnare yên avakirî hene. Her girek ji wan, ji her aliyekî ve, ji du girên din ve tê xuyakirin. Gava van giran dikolin, gelek tiştên bi nirx ji wan derdikevin.
 
Ji aliyê din ve, seyrangeh û cihên bihinvedanê jî gelek hene. Ewên bi nav û deng ev in: Kefircenê: Bi av, dar û berên xwe tê naskirin. Li vir gelek aşxane û cihên şahiyan hene, ku ew her roj dagirtî ne. Basûtê: Bi darên henaran û kaniya xwe navdar e. Dibêjin ku xwarina aşxana vir bê kêmasî ye. Meydankê û Gemrûkê bi sîlavên avê tên naskirin. Ava Sarisabûnê, li binaniya Kela Horî, gelek seyrangeran ber bi xwe ve dikişîne û wisa jî Kitix û Tislor. Kaniya Batmanê jî wek seyrangeh li ber Ava Reş e, lê ji ber ku ew li ber sînor e, pir mirov naçin wir.
 
Line 602 ⟶ 605:
 
== Malperên li ser Efrînê ==
* [http://www.kurdefrin.com www.kurdefrin.com]
* [http://www.tirejafrin.com www.tirejafrin.com]
* [http://www.afrin23.com www.afrin23.com]
* [http://www.efrin.net www.efrin.net]
* [http://abdallah-osman.blogspot.com abdallah-osman.blogspot.com]
* [http://www.jindires.com www.jindires.com]
 
 
{{Bajarên Kurdistanê}}
{{Bajar_kurd}}
 
[[Kategorî:Efrîn]]