Koma Rewşen: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Koma Rewşen''' an '''Rewşen''' komeke rock a kurdî ye.
 
Koma Rewşen di salên 90an de ji aliyê du-sê hevalan li Edene dest bi xebatên amator destpêkir.
 
Kom di dema damezirandinê de di çarçoveya Navenda Çanda Mezopotamya de yekemîn albuma xwe amade kir, û bi vê yekê di sala 1998an de yekemîn albuma komê ya bi navê 'Çiyayê Bezar' kete weşanê.
 
Bi weşandina yekemîn albumê, solîstê komê yê bi navê Bulent Turan ji komê vediqete. Harun Ataman dikeve şûna wî û hê jî weke solîst dengê xwe dide komê. Kom hewl dide ku mijarên negotî yên civata kurd bîne ziman, digel hemû êş, hêrs û hêviyên gelê kurd.
 
Di sala 2002an de albuma dûwemîn ya bi navê 'Asê' tê kişandin. v album bi nasnameya xwe ya rockê tê nasîn. Taybetiya vê albumê ev e ku hema hema kilam giş ji aliyê komê hatine nivîsandin û aranje kirin. Bi vî havî kom Rocka kurdî, ya ku bi Koma Wetan ji hunera kurdî re hatibû qezenckirin, pêş dixe û tîne rewşeke nûjên.
 
Bi derxistina albuma 'Asê' kom serkeftineke mezin bi dest dixe û li gelek derên Tirkiye, Ewropa, Asya û Balkanê konseran dide. Serkeftina albumê enerjiyeke xort dide komê, û kom ji bo amadekirina albuma sêyemîn di sala 2003an de dest bi xebatên xwe yên nû dike.
 
Koma Rewşen bi şoreşa xwe ya hunerî êdî dibe mînakek ji bo berxwedana hunerî. Kom her ku diçe kalîteya xwe ya muzîkî pêş dixe û Rocka kurdî tîne asteke profesyonel. Ewqas ku êdî navê komê dibe wek sembola nû ya rocka kurdî.
 
Di sala 2005an de kom dest bi kişandina albuma nû ya bi navê 'Pola Nû' dike. Ev albuma sêyemîn ji bo komê xwediyê wateyeke taybete, ji ber ku di vê albumê de hemû xebat (gotin û muzîk, aranje, xbatên enstruman û vokal) ji aliyê endamên komê ve hatine amadekirin. Xebatên albumê di nava salekê de diqede.
 
== Endam ==