Gotûbêj:Ellah: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
== ? ==
Di zimanê kurdî de "Xwedê" "Ellah" ye? ''[[:en:God|God]]'' bi kurdî çi ye? [[Êzidok]]?--[[Bikarhêner:Ghybu|Ghybu]] ([[Bikarhêner nîqaş:Ghybu|nîqaş]]) 14:27, 20 adar 2012 (UTC)
:Kekê Gybu, Xwedê yan Xweda (herwiha Xuda dibêjin faris) û God, Gott, Goda, Gudha ji heman koka îndogermanî ne (ji ghuto, guda). Li Kurdistanê ti evdekê Xwedê (ji xeynî hin deverên Bîngolê, xelkê me yê kirdîaxêv) di jiyana rojane de Ellah bikarnayne. Heger tu ji zarokek biçûk bipirsî dikare qet nizanibe çiye jî. Xwedê, Xweda, Xuda li hin deverên Bingol û Siwêrekê Homa (ev jî ji dema olên Mazda maye) tên bikaranîn. Dêrsimî gorî Rayê Haq, Heq jî bikartînin. Ji ber ku tradîsyon wisa hatiye. Ellah di ayetan û îbadetê de derbas dibe. Lê misilmanên radîkal û fanatîk heya ji wan hatiye, nirx û têgînên kurdî erebîze dikin. Viya bi armanca teblîxê dikin. Ango teblîx ew e ku kê propagandaya îslamê bike, ew xêrê dike. Ji bo xêra xwe zêde bikin, herin bihuştê (cinnetê) ji destên wan were hemî zimanan qedexe dikin, ziman dikin erebî. Misilmanên tirkan jî ji ber ku tirk-îslamîst in, ji xwe hez ji kurdî nakin. Bi kurtî ev gitara Xwedê qet nebûye, min muhra kêm lê da, daku li ser xebat bibe. Gotarên me yên ola îslamê ji serî heya binî nabin, yekalî, alîgir in. Teblîx in. Lê ensîklopedî ne cihê teblîxê ye. --[[Bikarhêner:Bablekan|Bablekan]] ([[Bikarhêner nîqaş:Bablekan|nîqaş]]) 15:38, 20 adar 2012 (UTC)
Vegere rûpela "Ellah".