Riya Teze (rojname): Ferqa di neqeba guhartoyan de

18 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 10 salan
B
kurteya guhartinê tune ye
BNo edit summary
BNo edit summary
[[Wêne:Rja Taza.jpg|thumb|Hejmara yekem a rojnemeya Riya Teze di sala 1930'î de bi tîpên latînî hate çapkirin]]
 
'''''Riya Teze''''' (carina wek [['''''Rya Teze]]''''' tê nivîsandin) yekemîn rojnameya kurdî ye ku bi [[tîpên latînî]] hatiye çap kirin. ''Riya Teze'' di [[1'ê avrêlê|1'ê avrêla]] sala [[1930]]'î de li [[Sovyetistan]]ê bi alfabeya kurdî ya [[Alfabeya Şemo-Marogûlov|Şemo-Marogûlov]] ku di sala [[1928]]'a de bi biryara dewleta [[Sovyeta berê]] hatibû amade kirin, dest bi weşana xwe kir û destpêkê heftê du caran bi çar rûpelan derdiket. Bi vî awayî ''Riya Teze'' beriya kovara [[Hawar]] dest bi weşana kurdî bi tîpên latînî kir û rojnama kurdî ya herî jîyandirêj e li cihanê.
 
''Riya Teze'' hetanî hilweşandina Sovyetistanê di sala [[1992]]'a de dengê kurdên Sovyetistanê bû û niha jî dengê [[kurdên Ermenistanê]] ye. Riya Teze bi tevayî ji 50 salan zêdetir ji aliyê dewletê, weke organa Komîtêya Navendî ya [[Partiya Komûnîst ya Ermenîstanê]], parlamênê û hukumeta komarê bi fermî hate weşandin û niha jî bi awayekî serbixwe weşana xwe didomîne. Riya Teze li Ermenistanê yek ji çar rojnamên sereke bû.
 
Di salên destpêkê de [[Harûtyûn Mkirtçyan]]ê ermenî, paşê jî [[Cerdoyê Gênco]] yê kurd berpirsyariya rojnamê kiribûn. Bi biryara [[Stalîn]] weşana rojname ji sala [[1937]]'a heta [[1955]]'a hate rawestandin. Piştî mirina Stalîn di sala 1955a Rya teze dîsa dest bi weşana xwe kir, lê vê carê bi [[tîpên kîrîlî]] ku ji aliyê [[Heciyê Cindî]] ve hatibûn amade kirin. Berpirsyarê rojname ji 1955a hetanî 1989'a, ango 34 salan, [[Mîroyê Esed]] bû.