Wan (parêzgeh): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 94:
===== Çîroka navê ''Axtamar'' =====
Keçikeke xweşik a bi navê Tamara ya keşeyekî hebûye. Dilê Tamarayê dikeve şivanekî li qerexa golê dijî. Şivan û Tamara hin rojên hefteyê tên li cem hev û bi hev re diaxivin. Xort her carê bi alîkariya ronahiya ku Tamarayê nîşan dida dihate cem Tamarayê. Xort her carê vê ronahiyê dişopîne û derdikeve giravê. Rojekî bi awayekî bavê Tamarayê li vê têkiliyê dihese. Bavê Tamarayê bi pêkutiyan ji Tamarayê her tiştî hîn dibe û Tamarayê di odeyekî de heps dike. Piştre jî hatina xort raçev dike. Dema xort tê bavê Tamarayê ronahiyê vêdixe û ew xort jî ber bi ronahiyê melevaniyê dike. Lê belê bavê Tamarayê her tim cihê ronahiyê diguhure û li cihekî sabit namîne. Di dawiyê de bavê Tamarayê ronahiyê li cihekî datîne û xort jî ber bi ronahiyê ve melevaniyê dike. Lê belê ji ber westa xwe ji hal dikeve û di vê navberê de bavê Tamarayê bi ber û daran êrişî xort dike. Her çiqas xort dixwaze jî nikare paşve bireve û li wir noqê binê avê dibe. Xort di nefesa xwe ya dawî de dibêje Ax… Tamara û bi nalenal noqê binê avê dibe. Ev çîrok jî ji wê rojê heta roja îro tê vegotin.
 
=== Kumbetên Wanê ===
Kumbetên Wanê jî bi nav û deng in, wek [[kumbeta Zortûl]] a Ercîşê, [[kumbeta Xatûn Paşayê Qadem a Erdîşê]], [[kumbeta Silêman Beg a Xoşabê]] û [[kumbetên Gundê Qubika li Bazîdaxayê]].
 
=== Pirên Wanê ===