Wan (parêzgeh): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 97:
 
Tevayiya nifûsa herêmê (tevî gundan) 877.524 e.
 
== Çand û huner ==
=== Ol û civak ===
 
Li vir ola [[Îslam]]ê tê hebandin. Lê belê li herêmê xiristiyan jî dijîn. Nifûsa bajar bi xwe ji Kurdan pêk tê, hindik Ecem ([[Azerî]] an jî Turkmen) hene.
 
Li navçeyên bajar (xeynî li navçeya Erdîş) bi tevayî Kurd dijîn. Pişti gundvalakirinên ji hêla hêzen artêşa Tirk, pirraniya gundên girêdayî navçeyan bivê nevê man kû koç bikin bajarê Wanê.
 
Di encama vê pêvajoyê de ji destpêka salen 90'i û vir ve ji aliyekê ve bajar li gorî hejmartina fermî ya sala [[1997]]'an 289.081 runiştvanan dihejmêre û ji aliyê din vê jî bûye yek ji bajaren navendî.
 
=== Xwarin ===
[[Wêne:Vankahvalti.jpg|thumb|Taştêya Wanê]]
Li Wanê gelek xwarigehên ku xwarinên pir xwedî çêj û xwedî tamên pir cihê û bi lezet tên çêkirin hene. Her wiha eywanên ku taştêyên cur bi cur çêdikin jî pir in. Xwarinên Wanê bala mirovên biyanî gelek dikişînin ser xwe. Gelek deverên bajêr, ku wekî eywanên taştêdayînê hene, xwarinên xwezayî didin û bala mirovî dikişînin ser xwe.Xwarinên mîna to, hingivîn, nîvşk û penîrê bigiya û hwd. pir hene. Piraniya xwarinên Wanê xwezayî ne.
 
Turîstên ku têne bajarê Wanê,xwarinên Wanê yên kevin yên mîna qeylesêl, sengeser, dewîn, kiftên kurdan, şîle, [[keledoş]]<ref>{{cite news|url=http://www.bayanlar.biz/resimler/Keledos-Yemegi-Tarifi.jpg |Dîrok=11 Kewçêr 2011}}</ref> û masiyên tenûrê, bala wan dikişînine li ser xwe.
 
=== Dengbêjî ===
Ew kesên ku serpêhati, çîrokên evînî, serhildan û bûyerên dîrokî bi tenê dengê xwe ve bi kar tîne dengbêj e. Dengbêj bi dengê xwe ve “kilaman” bi kar tînin. Dengbêj gund bi gund bajar bi bajar bi sedsalan geriyane û çîrok vegotine. Bi van gotinên xwe re ji bo zindî mayîna zargotina kurdî xizmeteke bêhempa kirine. Di wanê de hê jî mala dengbêjan heye û xebatê dike.
 
=== Folklor ===
Lehîstokên Wanê bi hereket û rîtmîk in. Îro bi qasî 30 lehîstok tên lîstin. Lehîstokên Wanê yên bi dahol û zirneyê bi nav û deng ev in: Dîngo, temîr, toycûn, narê, kirsê, hoycan, hirhir, nûrê, şevqo, meyrokê, sêpê û lorkê lehîstokên din yên xweş jî bi coşeke mezin ve tên lîstin.
 
Cilên Mêran : Şal û şepik e. Her wiha piştinî û xençerê didine pişta xwe û egal jî didine serê xwe. Cilên jinan; fistan û kiras e. Her wiha êlekên morîkirî li xwe dikin û kofî girêdidin serê xwe.
 
=== Hunerên destan ===
==== Berrikên Wanê ====
[[Wêne:Vankilim.gif|thumb|Berreke herêma Wanê]]
Li Wanê hunerdestên jîndar ên herî navdar berik in. Li herêma Wanê berikên ku tên raçandin û vehûnandin spehiyatahî û bedewîtiya li ser berikan û peyamên ku berikên Wanê didin pir watedar in. Mirovên ku xwendin û nivîsandina wan neyî ku nikarin xwe bînin ziman, ew bi motîfan hest û hezkirinên xwe, evîn û xemgîniyên xwe, hêvî û daxwazên xwe li ser berikan bi nexişan tînin ziman. Her motîfên ku li ser berikan hatine nexişandin, peyamên watedar nîşanê mirovî didin. Her berikek mîna pirtûkekê peyamên dîrorkî ên wan demên kevin bi xwe re anîne roja me ya îroyên. Di her berikekê de bedewiyek û hestdariyek heye. Danûstandinên Waniyan ên bazirganî herî pir, kirîn û firotina berikan e. Li Wanê bi sedan sal e ku zîv jî cihekî girîng digire. Bazirganiya zîv bêrawestan hêjî li Wanê berderwam e. Ji ber vê sedemê ji zîv tiştên mîna guhar, xezêm, gustîl, xemilandinên li ser êlekên mêran, qutiyên tutinê, bazinkên stur û zirav ên destê jinan, bazikên cixare kişandinê û hwd. Ji Wanê cur bi cur zîvên nexişkirî ji bo bazirganiyê dibin bajar û welatên din jî.
 
Ji ber ku mirovên herêmê sewalvaniyê ve mijûl bûne, bandoreke dorfireh bi kar anîna amûrên raqandinê hatiye kirin. Mirovan bi armanca pêdiviyên xwe, berikên ku raçandine di malên xwe de merşik, mînder, balîf, xurcik, cuhal, dergûş, tûrên erzaq û hwd. bi kar anîne. Deziyên ku ji bo çêkirina stûkal hatiye bi kar anîn tevahî rîs e. Di raçandinê de boyaxên xwezayî û deziyên bi teşiyê ve hatiye badan hatiye bikarînan. Rengên hatine bikaranîn, lacîwerd, bordo, qehwehî û xwezayî û spiyê Wanê ye.
 
Berikên Wan û herêma Wanê ku têne raçandin li gel estetîka delaliyê peyamên girîng jî dide. Mirovan bi motîfan hest, daxwaz, xemgînî, hezkirin û evînên xwe yên ku nehatine vegotin jî nexşandine.
 
Mirov li rastî bordûrên yek rêz û du rêz jî tê. Çend motîfên ku hatine bîkaranîn ev in: Piyêgur, dûvpişk, heste, çûk, benbêdeng, şaxberan, çavken, destlienewq, serberanî ne. Berikên ku herî zêde tên çêkirin; Gulsarya, nehreng, xalidbeg, şaxnêrî û lûleper in.
 
==== Gore honandin ====
Gore honandin yek ji karên sereke ye. Gelemperî ji bo têrî pêdiviyan tê çêkirin û di nava hunerên destkariyê de herî zêde tê hilberandin. Goreyên me bi temamiya wan hirîne û bi 5 şîşan ve tên honandin. Ev goreyên bi motîfên rengîn ve tên nexşandin her wiha îfadeyeke hestekî ye. Her çend gundan ev kar ji bo têrî pêdiviyan tê çêkirin jî, ev amûreke mirovên me yên nikarin hest û ramenên xwe îfade bikin bû. Rengên goreyan jî tiştên din îfade dikin.
 
==== Hunera Seramîkê ====
Daringa sereke ya hilberina seramîkê ax e. Hilberîna seramîkê di erdnîgariya Anatoliyê de 8000 salan berî niha dest pêkiriye û di nava pêvajoyê de pêş ve çûye û xezîneyeke çandê pêk aniye. Nimûneyên herî xweşik ên hunera seramîkê di Wana ku yek ji parçeya Anadoliyê ye de hatiye dîtin. Dibe ku em destpêka hunera seramîkê ya li Wanê bigihînin Hûriyên ku li vir jiyane. Hûriyan bi aliyi seramiki ve nimûneyên pir xweşik pêk anîne. Pê heriya biav û spî ve dererûyên cêran rûkirine û fonek reş li ser kirine. Ev fon ji şêweyên geometrîkî û nemûşên lawiran jî çêkirine. Heta beriya demek kin de jî di gund Bardaxçiyê de kargehên qewaqan de qewaq hatin çêkirin. Hê jî di kargeha şaredariya Wanê de hilberîna tiştên diyariyê tên çêkirin.
 
==== Zîvkarî û sewat ====
Li Wanê ji hûnerdestên zîvkarî, beşeke girîg pêk tîne. Ji ber vê zînet bi piranî zîv in. Jinên li ser kirasên xwe Hebên zêr ku li gerdena xwe ve dikin, ewladiye ne ? Ev zînetên gilover yên zêrîn ên wekîgogê, gava kur dizewice bi bûkê ve dikin û ev kevneşopî wisa berdewam dike. Kemberên zîv ên nexşebendiya bi sewat jî zînetên ewladiye yên hêja ne. Ev zînetekê wisa ye ku hemû malbatên dewlemend bi bûkên xwe ve dikin. Gerdanî, bazinên zirav û stûr, gustil, guhar û girêdekên por zîv in. Ji bilî hebên zêr ên kevin, mirov rastî zînetên din nayê.
 
Kapok li ser êlek ên mêran, tebeqayên tûtinê, darcixare û gûstîlên wan jî ji zîvî ne. Tabaqayên rojane mezin û stûr in, yên rojên taybet tên bikaranîn jî, hinek biçûktir, zirav û nexşandî ne.
 
Sewat; daringa wê ya bingehîn li ser mineya bi zîv e û ev jî bi teknîkeke nexşîn li ser lewheyayeke zîvîn ku pêşiyê hatiye amadekirin û bi nicikandinê pêk tê. Di van salên dawî de, bi vekirina atolyeyan zîvkarî pêşketiye. Zînetên zîv ên ku Wanê tên çêkirin ji bajarên curbicur û welatên biyanî re jî tên şandin.
 
 
== Çavkanî ==