Zimanê kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 230:
Kurd, gelekî dêrin ê herêma ([[Mezopotamyayê|Mezopotamya]]) ne û xwedî şaristaniyeke dewlemend in. Ji pêşiyên kurdan pir bermayî mane, ku hinek jê berhemên nivîskî ne. Ji belgeyên ku bi dest ketine, em pê dihesin ku kurdan ji berê de nivîs bi kar anîne. Belê, ev kitêbok ne li dû aşkerakirin û peyitandina wan tiştan e ku li cîhanê gelek pispor û mirovên sade jî pê dizanin. Lê ji ber ku di van demên dawîn de, li ser mijara zimanê kurdî û kurdan gelek gengeşî û hewlên berevajîkirina rastiyan pêk hatin û di van gengeşiyan de ne pisporên mijarê yên kurd û ne jî saziyên wek enstîtuyê hebûn, ji lew re me pêwîst dît ku em bi awayekî puxteyî ji mijarên li ser zimanê kurdî behs bikin. Em xwedî wê baweriyê ne ku, ev kitêbok dê bi kêr bê da ku gengeşî û nîqaş li ser zemîneke rast bên kirin. [[Alfabeyên|Alfabe]] ku kurdan bi kar anîne Palpişt û belgeyên di dest me de, bi me bidin zanîn ku kurdan bi dirêjiya dîrokê re gelek alfabe bi kar anîne. Lê belê em pê nizanin bê kurdan serê pêşîn kîjan alfabe bi kar aniye û kengê dest bi nivîsandina nivîsê kiriye. Ji bilî alfabeyên ku em dê li jêrê bidin, kurdan [[xetên|xet]] [[aramî]], [[suryanî]] û [[grekî]] jî bi kar anîne.
 
=== Di dema OsmanîŞadadî û Merwanîyan de zimanê kurdî===
Tê zanîn ku, beriya komarê, kurd wek qewmekî cihê û zimanê wan jî wek zimanekî serbixwe dihate dîtin. Ji bo nimûne, [[Evliya Çelebi]] di berhema xwe ya navdar ‘[[Seyahatname]]yê de behsa zimanê kurdî û zaravayê wê dike<ref>Martin Van Bruinessen, ''Evliya Çelebi’nin Seyahatname’sinde 16 ve 17. Yüzyıllarda Kürdistan''.</ref><ref>M.V.Bruinessen & H.Boeschoten, ''Evliya Çelebi̇in Diyarbekir: the relevant section of the Seyahatname'', Brill Archive, 1988.</ref>. Evliya Çelebi, dide xuyakirin ku zimanê kurdî zimanekî dêrin ango qedîm e û ji zimanên mîna farisî, dêrî û îbrî cuda ye. Her wiha, [[Şemsettin Sami]], di pirtûka xwe ya bi navê Kamus’ül Alâm de û [[Ziya Gokalp]] jî di gotar, daxuyanî û berhema xwe ya bi navê "Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler" de, amaje dikin ku kurdî bi tu awayî naşibe zimanên din û kurdî zimanekî dewlemend û serbixwe ye. Lê piştî avakirina komarê, nemaze bi qanûna bingehîn a sala 1924’an, hebûna kurdan tê redkirin, her kesê li Tirkiyeyê dijî mîna tirk tê pejirandin. Peyvên mîna kurd, kurdî û [[Kurdistan]], ku di gelek belgeyên fermî yên [[osmanî]] û Tirkiyeyê de dihatin bikaranîn, têne qedexekirin.
 
Hemû zanyarên ku li ser zimanê kurdî lêkolînên zanistî kirine didin xuyakirin ku, kurdî zimanekî serbixwe ye û tu têkilî û pêwendiya wê ne bi tirkî û ne jî bi erebî re heye. Li hêla din, kurd arî ne û ew farisan lêzimên hev in, zimanên wan jî, ji heman koma zimên e. Lê her yek jê zimanekî serbixwe ye. Ji mêj ve kurdan bi zimanê xwe perwerde û hîndekariyê dikirin. Li medreseyan li ser mijarên wekî [[matematîk]], [[mantik]], [[gramer]], [[fiqih]] û hwd perwerdehî bi zimanê kurdî û erebî dibû.<ref>Mehmed Uzun, ''Kürt Edebiyatına Giriş'', Ithaki Publishing, r.36, 1992.</ref> Ev [[medrese]] piştî avakirina komarê hatin qedexekirin. Her wiha ligel vê yekê, weşan û nivîsandina bi kurdî jî hatin qedexekirin. Îro, rewş piçek guheriye, wekî berê bi tundî înkara kurdan û zimanê kurdî nayê kirin. Hejmara kesên ku vê yekê dikin, hindik e. Kesên statukoparêz, hebûna zimanê kurdî qebûl dikin, ancax zimanê kurdî wek zimanekî paşvemayî û cîgehî (mehelî) bi nav dikin û hebûna zarava û devokên di zimanê kurdî de jî wek asteng li pêşiya perwerde, hîndekarî û weşanê didine nîşandan. Rast e ku di kurdî de zarava û devok hene, lêbelê ev rewş, ne tenê [[xweserî]] zimanê kurdî ye. Di hemû zimanan de zarava û devok hene.
 
=== Ji sedsala 20'an heta îro ===