Zimanê kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 226:
Zimanê tirkî ji malbata zimanê [[ural-altay]], erebî ji ya [[semîtîk]] û farisî jî, ji ya [[îndo-ewropî]] ye. Ji van zimanan tenê kurdî û farisî ji heman koma zimanî ne<ref>Philip Baldi, ''An introduction to the Indo-European languages'', SIU Press, rûpelê 13., 1999.</ref><ref>http://www.britannica.com/EBchecked/topic/286417/Indo-Iranian-languages Britannica - Indo-Iranian Languages</ref>. Hem rêveberiya ereb û hem jî ya [[fars]] hebûna kurdan wek kurd û zimanê wan jî wek zimanekî serbixwe dipejirînin, lê nêrîna fermî ya rêveberiya [[Tirkiye]]yê, vê yekê red dike û dibêje ku kurd bi binyada xwe ve tirk in. Ev raman bi taybetî piştî damezîrana komarê serdest bûye û wek bîrdoza fermî hatiye parastin.
 
=== Berî zayînê <ref>Abdusamet Yigit, ''Dîroka zimanê kurdî'', Rûpellêkolîn, malpere pene-kurd, rûpel: ji 2´yanan heta 7´an ên çavkanî, lêkolîn, malpere pene-kurd, r.36, 1992.</ref> ===
[[Wêne:Ancient Kurdish script.png|thumb|right|321px|Alfabeya kurdî ya Masîsoratî<br /><small>[[Îbn Wehşiye]] di nav pirtûka xwe ya ''Şewqu'l-musteham fî marîfetî rumuzu'l-Aqlam'' de nîşan daye ku kurdan ev alfabe bikar aniye<ref>[http://www.gazetekurd.net/index.php/kurt-alfabe gazetekurd.com]</ref></small>]]
Kurd, gelekî dêrin ê herêma ([[Mezopotamyayê|Mezopotamya]]) ne û xwedî şaristaniyeke dewlemend in. Ji pêşiyên kurdan pir bermayî mane, ku hinek jê berhemên nivîskî ne. Ji belgeyên ku bi dest ketine, em pê dihesin ku kurdan ji berê de nivîs bi kar anîne. Belê, ev kitêbok ne li dû aşkerakirin û peyitandina wan tiştan e ku li cîhanê gelek pispor û mirovên sade jî pê dizanin. Lê ji ber ku di van demên dawîn de, li ser mijara zimanê kurdî û kurdan gelek gengeşî û hewlên berevajîkirina rastiyan pêk hatin û di van gengeşiyan de ne pisporên mijarê yên kurd û ne jî saziyên wek enstîtuyê hebûn, ji lew re me pêwîst dît ku em bi awayekî puxteyî ji mijarên li ser zimanê kurdî behs bikin. Em xwedî wê baweriyê ne ku, ev kitêbok dê bi kêr bê da ku gengeşî û nîqaş li ser zemîneke rast bên kirin. [[Alfabeyên|Alfabe]] ku kurdan bi kar anîne Palpişt û belgeyên di dest me de, bi me bidin zanîn ku kurdan bi dirêjiya dîrokê re gelek alfabe bi kar anîne. Lê belê em pê nizanin bê kurdan serê pêşîn kîjan alfabe bi kar aniye û kengê dest bi nivîsandina nivîsê kiriye. Ji bilî alfabeyên ku em dê li jêrê bidin, kurdan [[xetên|xet]] [[aramî]], [[suryanî]] û [[grekî]] jî bi kar anîne.