Şablon:GH/2012/9: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 2:
[[Wêne:Boeuf bourguignon servie avec des pâtes.jpg|left|120px|Xwarineke bîftekê ji pêjgeha fransî]]
'''Pêjgeha fransî''' (bi [[fransî]]: ''Cuisine française'') pêjgeha neteweyî ya [[Fransa]]yê ye. Taybetiyên pêjgeha fransî, sala [[2010]]'ê ji aliyê [[UNESCO]]'yê wekî dewlemendiyeke cîhanê hat îlankirin û ket bin parastinê.
 
Xwarin-vexwarinên fransî di cîhanê de navdar in. Fransî bi dewlemendiya xwarinên xwe, dab û nêrîtên servîskirinê, kalîte û kibariyê tên naskirin. Bo fransiyan xwarin karekî girîng e û di jiyana mirov de cihekê wê yê girîng heye. Fransî bo têrxwarinê naxwin, hewl didin ku destexaneyê (sifre) bixemilînin, xwarinên çêjdar bixwin û xwarinê şên bikin.
 
Hîmên pêjgeha fransî bi giranî di serdema navîn de hatine danîn. Fransiyan bi sedsalan kolonyalîstî kirine. Ji seranser cîhanê xwarinên koloniyan anîne, di pêjgeha xwe de ceribandine <small>'''([[Pêjgeha fransî|bêhtir…]])'''</small>
{{GH/binnivîs|Arşîv=2012|GB=8}}