Destûra bingehîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 8:
 
== Bingeh û kevneşopîya destûra bingihîn ==
 
 
Her destûra bingihîn, deme ku tê nivîsandin, nirx, kevneşopî, dîrok û çanda civate ku ji bo wê hatiya nivîsandin esas digirê û tê nivîsandin. Bi teybetî, bi demê hertimî dîroka pêşketinê heya û di wê dîrokê de kevneşopî û nirx diafirê. Xalên kevneşopî ku mirov wan pîroz dibîne û dernekeve dervî wan di afir in. Di nav kurdan de, kevneşopî, hertimî pîroz hatiya dîtin û derketina dervî wê car bi car bûya sedeme mirinê jî. Ji ber ku wan pirr giirngi dana kevneşopîyên xwe. Bi wan xalên wê ve pirr girêdayî mana. Bi vê yekê re di demên berê de, vê girêdana wan ya bi kevneşopîya wan ve şekl û awayê jîyane wan parastiya. LÊ di roja me de, ji ber ku li gor demê nûkirina wan, ji hin aliyna kêm maya, êdî bersivê nadina demê. Bi vê yekê re di demê de, di roja me de, ji nû ve şeklê civate xwe salixkirin û kevneşopîyên xwe kifşkirin û serwerî jîyane xwe girtin, weke xalaka giring ya li pêşîya wan a. di kevneşopîya kurdan, hertimî aqil, weke ast û radaya ku li berçav hatiya girtin a. Bi vê yekê re mirov karê bêje ku wê kevneşopîya wan, hertimî, weke destûreke bingihîn a dîrokî a ku bi hezar salan jîya yî, karê xwe dîtiya di nava kurdan de. Kevneşopî, hertimî aqil û jîra civatê ya. Wê aqilê kevneşopîyê, bûya destûra wan ya bingihîn û jîyan bi rê ve biriya.
 
== Cûreyên destûrên bingihîn ==