Keleha Aspeşînê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû hate tomarkirin
 
B + kat
Rêz 1:
'''Kela Aspeşînê''' yek ji kelheyên Wanê[[Wan]]ê ye.
 
Kela Aspeşînê li Aspeşînê ye. Aspeşîn gundekî Payîzavaya[[Payizava]]ya li ser Wanê ye. Di nav gel de navê vê kelê Aspeşîn e. Aspeşîn bi Êrmenkî “Haîka Şen” e. Ev peyva Haîka-Şen di nav Kurdan de hatiye tewandin û bûye Aspeşîn. Bi Êrmenkî tê wateya “Bajarê Yezdan” an jî “Bajarê ku Yezdan tê de hatine Afirandin”e. Di cîhanê de sê kesên ku Ûrartûyî dizanin hene û yek ji wan jî nobedarê vê kelê ye . Kela Aspeşînê ji Wanê 25 km’yan ji Payîzavayê jî 10 km’ yan dûr e. Li ser rêya Wan û Colemêrgê ye. Ji aliyê Keyê Ûaratûyan Sardûrê duyemîn ve B.Z di navbera salên 764 û 735’ an de hatiye çêkirin. Ev kele ji jêr û jor du beşan pêk tê. Ji ber çêkerê xwe bi navê Sardûhîhnî tê binavkirin. Kele ji berên mezin û berên bixur hatiye çêkirin. Kela jor 30 mêtroyan ji ya jêr bilindtir e. Di navê de jî perestgeha Xaldî, Perestgeha li derve, bîr, kîler, gov, qesrên avahiyan, sarinc, nîvîserên bizmarî hene. Her wiha qesra kelê jî di nav kela jêr de ye. Dirêjahiya bircên kelê dorpêç dikin 800 mêtro ye. Sûrên dîwarî bi blokên kevirên kilsînî hatine çêkirin. Ev blok jî rasterast li ser zemîn hatiye rûniştandin.
 
[[Kategorî:Wan]]