Mesûd Barzanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: Jînenîgarî → Infobox jînenîgarî
Şêr (gotûbêj | beşdarî)
B clean up, replaced: buye → bûye AWB
Rêz 26:
Piştî rûxana Komara Kurdistanê di sala 1947'an de, binemaleya Mesud Barzanî li gel komek li [[pêşmerge]]yan û binemala wan naçar bûn vegerin Kurdistana Iraqê û paşê li aliyê rejîma Iraqê ve hemû bo bajarên xwarê Iraq hatin dûrxistin, bi taybetî [[Bexda]] û [[Besre]], lê belê [[Mela Mistefa Barzanî]] bavê Mesud Barzanî rêberê şoreşa kurd li gel hevalên xwe berev [[Yêkîtiya Sovyetê]] bi rêketin û heta sala 1958'an li wir man.
 
Mesûd Barzanî bi sedema hokara siyasî û peywendiya bi [[şoreşa îlonê]] xwendina navendî temam nekir û Bexdayê bi cîh hişt û li temena 16 sal di sala 1962'an de çek hilgirtiye û çûye rêzê pêşmergeyê Kurdistanê û roleke berbiçavî hebûye li şoreşa kurd ku di 11'a îlona 1961'ê de bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî destpêkir û heta sala 1975'an berdewam bû. Li jêr rênimayî û piştgîriya bavê xwe têkilî xebata siyasî buyebûye.
 
Barzanî jiyana xortaniya xwe terxan kiriye ji bo wan armancên ku Partiya Demokrat a Kurdistanê bilind kiriye, di sala 1961'ê de, [[demokrasî]] ji bo Iraqê û [[otonomî]] û paşê [[federalîzm]] ji bo Kurdistanê li çarçêweya Iraqeke demokratîk da, rêzdar xebatekî mezin ji bo vê çareseriya rasteqîne kiriye.