Vedat Aydin: Ferqa di neqeba guhartoyan de

19 bayt hatine jêbirin ,  berî 10 salan
B
Bot: - Kategorî:Kes
B (:)
B (Bot: - Kategorî:Kes)
'''Vedat Aydin''', sala [[1953]]’an de li gundê [[Heciya Kurdan]] ê girêdayî [[Bismil|Bismilê]] ye ji dayîk bû. Di nava [[IHD]] û [[HEP]]'ê de cih girt. Serokê HEP'ê ê bajarê [[Amed|Amedê]] bû. [[5’ê tîrmehê]] ya sala [[1991]]’ê de polîsan Vedat Aydin ji mala wî birin û piştî vê bi 2 rojan li [[Maden|Madenê]] mirî hate dîtin. Di 10’ê tîrmeha sala 1991’ê de bi hezaran mirovên ku li ber derê avahiya HEP’ê ya Amedê kom bûn berê xwe dan Madenê û ketin rê.
 
Bi hezaren kesên ku di wesayîtan de cih nedîtin û ji bo merasîma cenazeyî çûn ber Mizgefta Sûmerê. Kesên ku gihiştine Madenê ji 10 hezarî zêdetir bûn. Hemûyan erebeyên xwe bi pûşiyên kesk, sor û zer xemilandibûn. Karkeran kar berda, jin ji malê derketin û esnafan dikan girtin û tevli cenazeyê bûn. Jin, zarok, keçên ciwan kal û pîr jî bi dirûşman konvoy pêşwazî kirin û bi hezaran erebe ketin nava Amedê. Wê [[roj|rojê]] li Amedê jiyan sekinîbû. Di dîroka Amedê de cara yekem bû ku ew qas leşker jî kom bûbûn. Konvoy di Ofîsê re derbas bû, rê ji aliyê polîsan ve hatibû girtin. Ji bo ku gel û konvoy negihije hev serê kûçeyan hatibû girtin. [[Ofîs]] bi girse û erebeyan hatibû dagirtin. Ên ji erebeyan peya dibûn berê xwe didan riya Mizgefta Sûmerê. Piştî ku 10 hezar mirovan nimêja cenazeyî kirin, ber bi Deriyê [[Mêrdîn|Mêrdînê]] ve bi rê ketin.
 
[[Kategorî:Kes]]
[[Kategorî:Mêr]]
[[Kategorî:Siyasetmedarên kurd]]
37.186

guhartin