Hozan Serhad: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Şêr (gotûbêj | beşdarî)
→‎Girêdanên derve: -girêdana mirî
BKurteya guhartinê tine
Rêz 3:
 
== Jiyan ==
Serhat di 24'ê tîrmeha [[1970]] yî de li Zêdkana[Zêdikan]a (EleşgirtElajgir) [[Agirî|Agiriyê]] tê dinê. Malbata wî bi eslê xwe ji [[Patnos|Patnosa]] [[Agirî]] ye. Süleyman Alpdoğan (Serhat) ji du xwişk û sê birayan ê herî biçûk e. Serhat zarokatî û civantiya xwe li [[Patnos|Patnosê]] derbas dike; heya lîseyê li vir dixwîne. Hîn di 7 saliya xwe de bala wî diçe ser tenbûrê.
 
Di salên [[1985]]–[[1986|86]] an de ku du sal di ser despêkirina şerê çekdarî ya têkoşîna neteweyî ya [[Kurdistan|Kurdistanê]] re derbas dibe, têkoşîn germ û berfireh dibe. Li hemberî vê, şaxa şerê taybet ê [[Tirkiyê]] jî vala nasekine û taktîkan diafirîne. Di encama vê yekê de li Tirkiye û Kurdistanê furyaya hozanên zarok dest pê dike. Bi vî awayî ciwanan dikişînin ber bi vî aliyî de. Süleyman jî wî çaxî ne di zanîna neteweyî de ye û dikeve nav vê bazarê. Ew ji bo ku kaseta xwe ya yekemîn çêke diçe [[Stenbol|Stenbolê]] û li wir bi navê [[Murat Esen]] kaseta bi navê [[Gulo]] derdixe. Di heman demê de yek ji wan hozanên biçûk jî Emrah e. Süleyman demekê bi Emrah re li malekê dimîne lê paşê vedigere Patnosê. Ew di sala 1988 an de dikeve azmûnê û [[Konservatuwara Dewletê]] ya [[Zanîngeha Egeyê]] beşa [[Muzîka Tirkî]] qezenc dike. Salên konserwatuwarê ji bo wî dibin salên xwe pirsiyarkirin û li xwe vegerînê. Ew li vir giraniyê dide nîqaşên li ser di rastiya Kurdistanê de divê rista huner û hunermend çi be .