Sensûr: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Zensur.jpg|thumb|Xwenîşandereke li dijî sensûrê (''zensur'', bi almanî ye), li [[Berlîn]]ê (2009).]]
'''Sensûr''' (ji peyva [[zimanê latînî|latînî]] ''censura'' ya ku tê wateya ''peşkînandin, kontrol kirin''), peşkînan û qedexiya ku ji hêla dewlet, desthilat û hikûmetekê ve li ser raman, ziman, çapemenî, weşan, şano, fîlm û hwd tê kirin. Kesekî ku sensûr dike dibêjinê [[sensor]] yan [[sensûrker]].
 
Sensûr di dema ku pêşî li hatina hizireke li ser ziman were kirin û newê hiştin ku were ser ziman, hingî, dibe. Sensûr, ji aliyê [[dadgeh]]an ve pirr dihê bikaranîn bi biryarna ku didin. Bo mînak, di girtina [[siyesetmedar]] û [[rewşenbîr]]ên kurd de, dadgeha tirk, biryar daye ku wê ti kesek, dosyayên wan nebînê. Sensûrkirin jî, xoslet û taybetmendiyek ji xoslet û taybetmendiyê rejîmên totalîter e. Mînak, pirtûk û filmên bi kurdî, yên ku çand û kultura kurdan bi rengê kurdan tênina ser ziman, di çapemeniya tirk de tên sensûrkirin. Gotina "[[Kurdistan]]ê", hê qedexe ye, tê sensûrkirin li [[Tirkiye]]yê. Ji beşa Kurdistanê ya ku di nav sînorê [[Îraq]]ê de hatiye hiştin û ku navê wê [[Başûrê Kurdistanê]] ye, li tirkî di çapemeniya wê de navê wê qedexe ye û bi navê "[[Kuzey Irak]]"ê binav dikin û tênina ser ziman. Gotin û navê Başûrê Kurdistanê, qedexe ye û di çapemeniyê de di deme hanîna li ser ziman de bi vî rengî sensûrkirin tê kirin.