Lawija Mesîh: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
== Pêşgotin ==
Dema [[Eugen Prym]] û [[Albert Socin]] deqên devkî ji [[TûrabdînTûrabidîn|herêma Torê]] kom dikirin, pêhesiyan ku devoka aramiya nû ya heman herêmê gelekî dibin têsîra Kurdî de maye. Wan dît ku [[Suryanî|Suryaniyên]] Torê hemî li gel zimanê xweyî zikmakî, Kurmancî jî diaxivin. Rêzanê wan yê bi navê Cano jî xweş bi [[Zimanê kurdî|Kurdî]] zanîbû. Bi saya serê jîrbûna A. Socin û E. Prym û bi saya serê bîra kûr ya Cano wî wextî stran, şer û çîrokên Torê yên ji wêjeya devkî ya heman herêmê di sala 1869an de hatin nivîsîn (Prym & Socin 1887, I-VII). Di salên 30î de [[Celadet Ali Bedir-Xan]] variyanteke lawija mesîh di kovara [[Hawar]] ku ji sala 1932an û şûnda 57 caran li Sûriyê hate weşandin de nivîskî pêşkêşî xwendekarên zimanê Kurdî kir. Paşê Philipp Krejenbroek jî variyanteke lawija Mesîh ji nivîsa aramiya nûjen vergerande nivîsa latînî û bi çîroka peydabûna deqa lawijê re weşand .
 
Di kasêta ku tê de lawija mesîh hatiye gotin de, çîroka Nebî Ûsiv jî heye. Ev yek jî dihêle çend goman peyde bibin li cem kesên ku ji vê yekê haydar in. Ev goman jî ew e ku lawija mesîh ne deqeke nivîskî tenê ye lê ew herwiha bûye perçeyek ji wêjaya devkî ya herêmê. Gomana dî jî ew e ku li cem Suryaniyên herêmê gelek çîrok û stranên dîrokî û evîniyê jî hene. Sed mixabin heta îro gelek ji vanan peyde nebûne.