Înanna: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Silêman (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Silêman (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
Îştar navê [[Asûrî]] yê xwedaya [[Sumerî|Sumeriyan]] a binavê '''Înanna''' ye. Navê Îştar li cem samiyên Bakurrojava Astarte bû. Wekî din navên Anunit û Atarsamain herwiha Îştar destnîşan dikin. Banga [[Ya Star]] di Kurdî de xuya ye navê xwedayekî nîşan dide û bi dibêtiyeke mezin şûnmayiya navê Îştar e. Înanna cêwiya [[Ûtû]]/[[Şamaş]] e, herdu jî zarokên [[Nanar]]/[[Sîn]] in. Navên ku pêşî li wan hatin kirin Sumerî ne, navên paşê ji [[Akadî]] tên. Akadî samî ne û ber bi welatên Sumeriyan ve koç kirine.
 
Di astrolojiya dereng a [[Babîl|Babîlî]]î de pêwendiya Îştarê bi [[Gelawêj|Gelawêjê]] (Venus) re didanîn. Li cem Sumeriyan navê [[pêyk|pêyka]] Gelawêjê "Mil.Dili.Pat e û wateya wê "stêrka yekane" ye. Wateya navê Înanna jî "Xanima mezin a An" e û "An" jî navê xwedaya ezmanan e. Der barê koka navê Îştar de gelek nîqaş hene, lê bi pirranî tê bawer kirin ku ev nav ji zimanên Samî tê. Ji ber ku bandora ne Samiyan li ser ol û mîtolojiya vê herêmê têra xwe nehatiye şopandin û ji ber ku hin çandin gelekî bi hêz lê nenivîskî ji nedîtî ve tên dîtin, der barê pêwendiya gotina "Star" û banga "Ya Star" di Kurmancî de û navê Îştar de tiştekî berçav nîne.
 
Înannaya Sumerî pêşî li bajarê [[Urûk|Urûkê]] der dikeve pêşberî me.Ev xwedaya jiyanê xwedî du taybetmendiyên balkêş bû: wê dikarî hem berdarî peyda bikira û wê dikarî herwiha zevî xera bikira û bibûya sedema xelayan, wê dikarî canberan bêber û stewr bike. Îştar di serdemên cihê yên dîrokê de dibû xwediyê xwexeysetên cihê. Mirov dikare vê bi bihêzbûna [[bavkanî|bavkaniyê]] ve girê bide.