Şablon:GH/2012/1: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomarkirin
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 3:
'''Şanghay''', navê bajarê herî mezin ê [[Çîn]]ê ye û herwiha di cîhanê de bi mezinahiya xwe yê heştemîn e. Mîna şaredariyê tê birêve birin. Li kêleka [[Yangtsê|çemê Yangtze]] hatiye avakirin. Di sala 2005'an de Şanghay bûye bendera kargoyê ya herî mezin a cîhanê. Şanghay ji aliyê aborî ve zûka bi pêşde diçe. Di sala 1990'an de reformên pêşvebirina aboriya bajar ji aliyê [[Deng Xiaoping]] ve hatin danasîn û bi awayekî lezgîn biserketin. Jixwe îroj Şanghay weke nîşana berbiçav a peşveçûna aboriya [[Çîn]]ê tê dîtin. Ev bajar ji aliyê turîstan ve gelekî tê ziyaretkirin.
 
Bi tîpên [[Zimanê çînî|çînî]] [[上]] (banî ,ser) û [[海]] (derya) ku tê wateya ''Serê Deryayê'' an jî ''Li Ser Deryayê''. Dîroka vî navî digihîje sedsala 11'an ku di bin serweriya [[Xanedaniya Song]] de bû. Çiqasî ku gengeşî hebe jî di derbarê dîroka nav de, bi gelemperî wisa tê pejirandin û li gorî dîroknasên Çîn , ji ber vî navî tê gotin ku Xanedaniya Tang li ser deryayê hatibû avakirin <small>'''([[Barûya bêdengiyêŞanghay|bêhtir…]])'''</small>
{{GH/binnivîs|Arşîv=2012|GB=52}}