Şerê Kendavê 1991: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: Kat. Girek
Rêz 6:
Di yekemîn şeva şer de, bi sedan balafirên şer li ezmanên Baxdayê ref bi ref xuyakirin û bombeyên xwe barandin. Di heman demê de, keştiyên şer yên Amerîka û keştiyên hin welatên hevgirtî ji Kendavê û derya Spî ya naverast, Baxdat dan ber roketan. Artêşa Îraqê, beriya êrîşa Amerîka û hêzên hevgirtî li Kuweytê 4 meh û nîvên xwe tijî kiribû. Artêşa Îraqê bi alîkariya welatên rojava û bi taybetî-jî bi hevkariya Amerîka, di dema şerê Îraq û Îranê de bûbû artêşeke mezin û nûjen. Di wê demê de, hefsarê artêşa Îraqê bi destgirtin li derveyî derfetan bû. Neteweyên Yekbûyî, bang li Iraqê kir ku heta 15'ê Çile xwe ji Kuweytê paşve bikşîne. Lêbelê digel banga navnetewî, biryarên Neteweyên Yekbûyî, gefên hêzên hevgirtî û leşker komkirina wan li Kendavê, Sadam Huseyn razî nekir ku xwe ji Kuweytê paşve bikşîne. Balafirên şer yên welatên Hevgirtî, heta 24'ê Sibata sala 1991'an ji ezmanan, erda Îraqê bohist bi bohist bombebarankirin. Di encama bomberdûmanê de Îraq bi dehan sala paşve zivîrî û wergeriya çolekê. Hêzên Hevgirtî di 25 Sibata heman salê de, di erdê re êrîşî ser leşkerên Îraqê kir û di encama şerekî 100 saetî de, leşkerên Îraqê ji [[Kuweyt]]ê derxistin. Şerê Kendavê bêyî ku dawî li desthilatiya Saddam Husên bîne di 28 Sibatê de bi teslîmbûna desthilatiya Baxdayê û bi agirbestê dawî lê hat. Di dema şer de serokê wê demê yê Amerîka [[George W. Bush]] gelê kurd û gelên Îraqê ji bo serhildanê xiste nava heyecan û xwîngermiyekê. Lêbelê Amerîka, piştî serhildana gelên Iraqê, di serî de gelê kurd, hemû însanên Îraqê li ber dergahê mehdera desthilatiya Baxdayê hişt. Ev helwesta Washington bi giranî li ser gelê kurd û gelên Îraqê bi nebaşî bandora xwe kir. Herwiha rêxistinên kurd yên li Başûrê Kurdistanê ji ber polîtîkayên xwe yên bi derve girêdayî ketin nava aloziyekê.
 
[[Kategorî:şerŞer]]
[[Kategorî:Iraq]]