Weşanvaniya kurdî li ser înternetê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Luqman (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: Kat. Girek
Rêz 2:
Li Cîhanê di [[1995]]'an de bi awayekî giştî [[înternet]] hat bikaranîn û wê demêde nêzî 11.000 malper hebû, niha bi mîlyonan malper hene. Kurd yekem car di sala [[1997]]'an de cihê xwe di Web'ê de girt. Yekem malperên Kurdî a partiyan û malpera [[MED TV]] bû. Niha ji rojnamegeriyê heta teknolojiyê,ji danûstandin bigrin heta li ser perwerdeyê, ser dezgehên Hikumeta Kurdistan bigrin heta li ser turîzma Kurdistanê jî bi hezaran malperên Kurdî hene û roj bi roj ev hejmar zêde dibe û naveroka wan jî dewlementir û rengîntir dibe. Înternet belkî di cîhanê de herî pir feydeya gelê Kurd bû. Ger rêjeya bikaranîna înternetê nav Kurdan da zêde bibe ev sûdwergirtin jî zêde dibe.Ji ber ku înternet cihêkî azad e, erzan e û sînor nasnake. Welatê Kurdan buye 4 perçe lê bi saya înternetê ev sînor hinek be jî radibin. [[Kurd]] dikarin kêmasiya ku rojnamegeriya Kurdî de heye bi înternetê ji holê rakin lê heman demê de pêwîst e ku eleqeya gelê Kurd jî bo bikaranîna înternetê zêde be û ji hêsaniya înternetê sûd wer bigirin. Di malperên hin dewletan de jî beşên Kurdî vebûne. Wekî malpera VOA. Motora lêgerîna bi navûdeng a [[Google]] û [[Dmoz]], [[MUSICMOZ]] de jî beşên Kurdî hene. Û niha Gelê Kurd li bende [[Windowsa Kurdî]] û [[Linuxa Kurdî]] ne. Tîrajên hin malperên Kurdî wekî tzpkurdi.com, azadiyawelat.com, rojaciwan.com, presskurd.com, Kurdishinfo.com, rojev.com, Kurdishmedia.com, rojname.com, kurdishpoint.com, demanu.com.tr, ekurd.net... di nav malperên kurdî de yên herî zêde ne.
 
[[Kategorî:medyaMedya]]