Hindistan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
EmausBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.6.4) (robot guhêrandin: iu:ᐃᓐᑎᐊ
Rêz 112:
Li parêzgeha Madhya Pradeş a Hindistanê berhemên ji [[hunera zinarî]] ya ji serdema [[Mezolîtîk]] mane hene.<ref>Pirtûka Upinder Singh a bi navê ''A History of Ancient and Early Medieval India: From the Stone Age to the 12th Century''</ref> Bajarê çandî yê pêşîn ê Asyaya Başûr ku dîroka wê digihijê BZ 2500–1900 li Pakistan û rojavayê Hindistanê hatiye avakirin.<ref>Pirtûka Gregory L. Possehl a bi navê ''The Indus civilization: a contemporary perspective''</ref> Di navbera salên BZ 2000–500'î de gelek herêmên çand [[serdema sifir]] û [[serdema hesin]] pêk hatin.<ref>Pirtûka Upinder Singh a bi navê ''A History of Ancient and Early Medieval India: From the Stone Age to the 12th Century''</ref> Vendayên Hinduîzmê di vê demê de hatine nivîsandin.<ref>Pirtûka Upinder Singh a bi navê ''A History of Ancient and Early Medieval India: From the Stone Age to the 12th Century''</ref> Herwiha gelek dîrokzan dibêjin ku ev dem dema pêkhatina çend pêlên Hind û Ewropî yên ber bi bakur rojava ve ne.<ref>Pirtûka Upinder Singh a bi navê ''A History of Ancient and Early Medieval India: From the Stone Age to the 12th Century''</ref> Di vê navberê de dînên Budîzm û Jainism pêk tên. Li gorî nivîsên dîrokî yên zimanê tamîlî di serdema BZ 200 – PZ 200'an de li herêma başûr xanedana [[Xanedana Kera|Kera]] û xanedana [[Pandyan]] hikûmdarî dikir.<ref>[http://books.google.com/books?id=SXdVS0SzQSAC&printsec=frontcover#v=onepage&q&f=false Pirtûka Burton Stein a bi navê ''A History of India'']</ref>
 
Li Hindistanê di navbera salên 600 - 1200 PZ de gelek keyaniyên herêmî û herêmên çandî hebûn. Di dema [[împeratoriya Harşa]] de (606-647) ku paytexta wê [[Kannuj]] bû şer bi [[Xanedaniya Şalukya]] ya li herêma [[Platoya Dekan]]ê qewimî û împeratoriya Harşa têk çû. Herwiha serwerekî wê yê din piştre şer bi împeratoriya [[Împeratoriya Pala|Pala]] ya [[Bengal]]ê re dike û dîsa têk diçin.<ref>[http://books.google.com/books?id=SXdVS0SzQSAC&printsec=frontcover#v=onepage&q&f=false Pirtûka Burton Stein a bi navê ''A History of India'']</ref><br/>
Piştî sedsala dehan êlên misilman koçî deverên Hindistanê dikin û di [[1206]]'an de [[Siltaniya Delhiyê]] ava dikin.<ref>Ludden, David (2002), India and South Asia: A Short History, Oxford: One World, ISBN 1-85168-237-6</ref> Ev siltanî bi gelemperî li bakur xwediyê desthilatdariyê bû. Siltanî bi êrîşên xanedaniyên başûr qels bû û piştre bû beşek ji împeratoriya [[Vijayanagara]].<ref>Ludden, David (2002), India and South Asia: A Short History, Oxford: One World, ISBN 1-85168-237-6</ref><br/>
Di sedsala 16'an de bakurê Hindistanê bi giştî desthilatiya [[misilman]]an hebû. [[Împeratoriya Mongolî ya Hindî|Împeratoriya Mongolî]] di navbera sedsalên 16 û 19'an de li Hindistanê desthilatiyê dikin. Bi destpêka sedsala 18'an bazirganên Ewropî bi şîrketên hindî re li Hindistanê bazirganiyê dikin.<ref>Asher, Catherine; Talbot, Cynthia (2006), India before Europe, Cambridge University Press, ISBN 978-0-521-51750-8</ref> Herwiha gelek şîrketên ewropî hewl didin ku li Hindistanê bazirganiyê bikin. Lewma ev dibe destpêka mêtingeriya Brîtanya ya li Hindistanê. Dewletên ewropî pêl bi pêl Hindistan jixwe re kirin kolonî. Dewleta [[Brîtanya]] di 1640’an li [[Madras]]ê, 1668’an de li [[Bombay]]ê û 1690’an de li [[Kolkata]]yê navendên bazirganiyê damezrandin. Dewleta [[Fransa]] jî di 1672’an de li [[Pondicherry]] navenda bazirganiyê damezrandin. Di sala 1803'an de ji bilî herêma Pencabê hemû Hindistan di bin desthilatdariya Brîtanya de bû.<ref>[http://www.camelot.com.tr/unlimitpages.asp?id=28 Agahî di derbarê dîroka Hindistanê de]</ref> Hindistan di dema Brîtanya de jî, ji aliyê prensên bi navê [[Maharaja]] an jî [[Nevab]] ên ku tenê hêza wan a herêmî hebû ve dihat birêvebirin.