Gotûbêj:Qurix: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 3:
::Li herêma me qurix di havînê de wek nîşana kêmbûna germê tê ditîn. Gava qurix heltê êdî germ kêm dibin. Di wan deman kesên pîr û bi pirranî kesên şivanî kirinî li hev dipirsin ka qurix helhatiye an na. Qurix jî di meheya gelawêjê de li rohelat xwiya dibe. Min li gelek ferhenga nihêrî, di hinekan de qurix wek gelawêj,ango stêra sibê, hinekan de wek ''Alpha Ursae Minoris'' hinekan de jî wek sirius hateya rave kirin. Ji xeynî Sirius tu îhtîmalan din nemimkûn in. Çiku gelawêj hertim di wexteke de dernakeve. Îsal gelawêjê de helê, salekî din ê di wexteka din de helê. Stêra bakur jî tim li cih xwe ye. Ji ber vê, ji wê re tê gotin stêra bakur. Ew qet li ezmên wenda nabe. Min berî nivisîna gotarê pirr li ser kola û gorî ku kesên berê wê wek nîşana kêmbûna german dibinîne gerek e ew stêreka ku li ezmên wenda dibe û şûnde heltê be. Ew jî Sirius e û ew di wan rojên ku tê gotin qurix helatiye de heltê.
 
::Wekî din, ji gava ku stêrnasiyê bala min kişandî ya ku min ditî ev e ku di warê stêrnasiyê de pirr tişt tevlihevbûne. Di hin ferhengan de komika sêwiyan re hatiye gotin hirçê mezin, di hinekan tiştekî din. Di hinekan de heftbira wek komika sêwiyan, di hinekan de wek termê merxê, ango hirçê mezin, hatiye rave kirin. Di hin kîtaban de dûpişkê re tê gotin ku hertim li bakur e, lê tu komên birca felekê qet li bakur xwiya nabin. Bi kurtî di vî warî de tevliheviyek heye --[[Bikarhêner:Cyrus the virus|Cyrus the virus]] 23:09, 12 berfanbar 2011 (UTC)
Vegere rûpela "Qurix".