Kurdî (Mistefa Beg): Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine |
Kurteya guhartinê tine |

Rêz 1:
Kurdî (Mistefa Beg, 1808/1809-1848) helbestvaenkî kurd e.
Kurdî yek ji helbestvanên pêşî yê [[Soranî]] li [[Silêmanî]] ji dayik bûye. Ji malbateke mezin û bi nav û deng e. Navê wî yê bi rastî Mistefa ye û li derdoreke ku gelekî li ser xwendin û gihandina zarokan radiwestîn mezin bûye. Ji vê derdorê (malbata mezin) gelek helbestvanên hêja derketine. Yên here bêhtir têne nasîn “Kurdî” û hemdem û pismamê wî “Salim” in. Perwerdeya Kurdî ya di warê [[wêje]]yê (lîteratûrê) de gelekî bilind e, vê yekê meriv dikare li gor ku ew ketiye nav dîwana şahê Îranê û nav çînê helbestvanên Iranê, hezr bike. Wisa diyar e ku Kurdî zarokên şahê [[Îran]]ê perwerde kirine.
Kurdî bi [[farisî]] jî nivîsîye lê piraniya helbestên wî bi vî zimanî negihiştine îro. Bandora helbestvanîya farisî li ser wî gelekî hebû. Li ser jîyana Kurdî em kêm tiştan dizanin. Em çîroka li ser Qadir dizanin ku di jîyan û berhemên Kurdî de cihekî mezin digre. Qadir xulamê malbata Kurdî li Silêmanî bû û Kurdî dil ketibûyê û evîna wî hiş û aqlê Kurdî ji serê wî biribû.
Em di derbarê vê tekiliya evîndarî gelek tiştan nizanin ji ber ku gelek wêjenas û şîrovegerên wêjeya Kurdî nexwestine navê “Kurdî” bi lêv bikin. Hinek şîrove dibêjin ku Qadîr navekî xwedêye û Kurdî bi vî navî balê dikşîne ser evîna xwedê û sofîtiyê. Lê li gor nameyên ku di destê me de ne, ev yek ne rast e.
Line 11 ⟶ 9:
Va ye helbesteke wî:
Çawekem zanî te bo çî xew le çawim nakewê

Çunke min pêşxizmet im peşxizmetan nanûn şewê

Roj û şew daîm le ber dîdey xeyalim hazir î

Sa çi ferqekî heye bo min îtir êre û ewê?

Bes niye lêre dewêrim car be car basit bikem

Nemdewêra qet le ber exyar nawit bem lewê

Dil le taw zamî fîraqit daîma yarî deka

Roj be roj mencî dekem baz derdî sext e û nasrewê

Aql û hoşim dawe pêt lêşî detorêy malwêran

Dewletêkî mift û bê sahib e bo qî natewê?

Ger muxeyyer bim le nêwanî beheşt û weslî to

Weslî to bo min cehennem pir le cennet namewê

Ey reqîb wêl im le destit lêre bo lêm nagerêy?

Bawkekuştit nêm erê hey bedmezeb çît lêm dewê?

Her wekû kêwî demawendê serim pir şoriş e

Qet temî hîcran û xem satê le dewrî narewê

Gerdenî “Kurdî” le kewî bêstûn mehkemtir e

Çunke çend sal e le jêrbarî xemaye nanewê

Bi Kurmancî:
Çavêm tu zanî ji ber çi xew bi çavêm nakevê

Ji ber ku ez xulam im, xulam nanivin bi şevê

Şev û roj tim li ber çavê xeyalên min amade yî

Ka çi cihêtî heye êdî ji bo min ev der û ew der

Qena livir diwêrim carina behsa te bikim

Nediwêram li ber dijminan qet navê te bêjim li wir

Dil ji ber taya birîna durîtîya te herdem dikule

Roj bi roj menca wî dikim, derdê giran e dîsa nahewise

Hiş û aqlê xwe min dane te laş diqehere malwêran

Dewleteke belaş, bê xwedî ye ji bo çi navî?

Heger bivê ku di navbera bihuşt û evîna te de hilbijêrim

Evîna te ji bo min cehennem, ji buhuştê pir navêm

Ey raqîb winda me ji berte li vir çima ji min nagerî?

Ne qatilê bavê te me herê hey deredîn tu çi ji min dixwazî?

Her weke çiyayê demawend li serê min pir şoreş e

Mija dûrîtîyê û xem qet seetekê ji dorê naçe

Gerdenê “Kurdî” ji çiyayê bêsitûn stûrtir e

Ji ber ku çend sal e ji ber barana xeman natewe

Gotar û Vergera helbestê ji aliyê Luqman Guldivê