Gottlieb Daimler: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomarkirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 11:02, 24 çiriya pêşîn 2011

Gottlieb Wilhelm Daimler (paşnava wî ya rastî ya berê Däumler), * 17'ê adarê 1834 li Schorndorf; † 6'ê adarê 1900 li Cannstatt a nêzîkê Stuttgartê) endezyar, karsazakî alman bû.

Gottlieb Daimler

Daimler yekem motora benzînê ya zû diajo çêkiriye û ew di amyareke çarçerxeyî dê bikaranîye. Bi kurtî yek ji giregiran e ku bingeha otomobîlên nûjen avêtine.

Daimler û hevkarê xwe Wilhelm Maybach sala 1885'ê motoreke benzînê çêdikin û viya di duçerxeyekê de diceribînin. Ev yekemîn motorçerxe ye.

Sala 1890'ê Daimler Motoren Gesellschaftê (DMG) dadimezirînin û yekemîn otomobîla xwe sala 1892'ê de difiroşin. Sala 1924'ê fîrmaya wan tevlî fîrmaya Karl Benz Benz & Cie. dibe û sala 1926'ê de navê fîrmayê dibe Daimler-Benz AG ku ev îro girêdayî Daimler AGê ye.

Girêdan