Keştî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 7:
 
Egîptiyan ([[misir]]), fenîkiyan, [[îranî|îrani]]yan ([[faris]], [[kurd]] ûêd), [[vîkîng]]an bi gelek awayan belem û keştî çêkirine, deryavanî bipêşxistine. Herwiha [[çîn]]î, [[afrîka]]yî û [[grek]]iyan jî. Fenîkiyan li [[Deryaya navîn]] wargehên mezin û navdar ên deryavaniyê ava kirine û dema behsa deryavaniyê tê kirin, fenîkî tên bîra mirov.
 
== Têgînên deryavaniyê û zimanê kurdî ==
Termên deryavanî û keştîvaniyê yên zimanê [[kurdî]] ji yên romî, ([[tirkî]]) û [[erebî]] gelek zêdetir in, lê roj bi roj winda dibin. Li ser wan xebateke zanistî nehatiye kirin.
 
Wêjeya devkî ya kurdî de gelek binavkirinên keştiyan hene: ''Kelek, belem, keştî, babele, keştiya cotlenger, şeşrim, keştiya serdîk, qilonçxwar, keştiya cinan, keştiya dizan hwd.'' Evana nav in an rengdêr in lê xebatekê nehatiye kirin.
 
Çend ji wan:
* Sekan, bêrikên pê keştî tên ajnêkirin
* Lenger (hesinê keştiyê)
* Lûmbar
* Pêhnik, guverte
* Stûnên keştiyê
* Sîntîne, qata binî ya keştiyê
* Pît, bavê keştiyê
* Keştîvanî
* Naxuda, mezinê, rayedarê keştiyê
* Kaptanê deryayê, kaptanê sereke yê keştiyê
* Kaptanê keştiyê
* Kelekvan
* Îskele, aliyê çepê yê keştiyê
* Pesare, cihê ku keştî lê lenger diavêjin
* Targe, pirika ku dirêjî keştiyê dikin
* Lengergeh
* Cihnuma, pisûla
 
== Hin cureyên sereke yên keştiyê ==