Trên: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomarkirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 08:48, 17 çiriya pêşîn 2011

Tren yek ji ambûrên veguhastinê ye. Ji lokomotîva kişîner (balrakêş) û vagonan pêk tê. Bi elektrîk, komir, mazotê tê xebitandin. Hin lokomitîvên taybet hene ku bi enerjiyên din jî dixebitin. Tren li ser riyên hesînî ango rêhesinê veguhastinê dike, diçe.

Treneke Çekiyayê ji tûnelê derketiye

Dîroka trenê

Di destpêka 1800'î de li Brîtanyayê yekem ceribandina vegihastinê ya li ser rêhesinê hatiye kirin. Endezyar Richard Trevithick di 6'ê reşemiyê 1804'î de, 10 ton bar 16 km li ser rêhesinê veguhastiye. Ji bo wê 5 katjimêr pêwîst bûye.

Stephenson, 27'ê rezberê 1825'î de li Skotlandê di nava Darlingthon û Stocktonê de bar û rêwî veguhastiye. Lokomotîva wî saetê de 24 km ajotiye.

Piştî van ceribandinan di nava 10 salan de rêhesina Brîtanyayê gihîştiye 2.000 kmyê. Sala 1831'î de li DYA, 1832 li Fransa, 1835 li Belgiya, 1837 li Rûsya û 1848'î de li Spanya rêhesin hatine bikaranîn.

Cureyên sereke yên trenê

  • Trenên yekrakêş, trenên ku bi yek rakêşek, yek lokomotîvekê tên kişandin ku bo her banê lokomotîv tên guhertin (îng. Push–pull train)
  • Trenên ajoker, trenên elektrîkê, trenên ku lokomotîvên wan pê ve ne (îng. Multiple unit)

Ferhengoka trenê

  • Tûftûf, di zimanê zarokên biçûkan (pitik) de navê trenê
  • Trena motordar, bi motorê dixebite
  • Vagon, cihên rêwî yan bar lê bardibin ên trenê, bi bandora erebî qeter (qatar)
  • Ban, xeta trenê, bo mînak bana Amed û Sêwasê
  • Îstgeh, rawestgehên trenê yên li ser banan (xetên trenê)
  • Ajovanê lokomotîvê, ajovanê trenê
  • Bilêtnêr, kondûktor
  • Raveka banê, tarîfeya rê, tarîfeya xetê
  • Trena lezgîn, trenên ku di hêza wan >150 km/katjimêr in