Hejîr: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
kopya hate jêbirin
Rêz 42:
* [[Sohrik]] li Mêrdînê çêdibe
* [[Şînok]] li Mêrdînê çêdibe
[[Wêne:Hejîr.jpg|thumb|400px200px|Hejîrên Dêrikê]]
 
'''AGAHDARIYA ZÊDE''' (FÎCUS CARICA) :
Dara hejîrê 3- 10 m bilind dibe. Lewre carna wek teraşekê carnan jî wek darekê xuya dike. Kulîlka wê ya biçûk di dirêjahiya demê de, di nav fêqiyê de dimîne û winda dibe. Kulîlkên wê yên nêr û mê li ser darên cihê çêdibin. Fêqî bi tenê ji kulîlkên mê çêdibin. Cotbûna wê bi awayê tozbûnê çêdibe.Wê tozê jî kêzikek çêdike. Ba jî wan tozikên mê û nêr digehîne hev. Belgên wê 3- 5 çiq in. Çiqê pelê nîvekê, hinekî ji yên din meztir e. Rengên pelên wê ji aliyê derva keskê tarî, lê yê hundur rengê xweliyê ye.
Mezinahiya belgan 10-20, firehî jî 7 -15 cm mezin dibin. Fêqî wek girsik (hirmiya biçûk) an jî wek gilokan e. Ji aliyê derve wek çerm, hundirê wê jî bi dindikên wek garis dagirtîye. Rengên fêqî zer, şînê beqemî (mor), peyazî û reş in. Hejîr navê wê fêqiyê bixwe ye. Fêqîyek şirîn û depoya mîneral, vîtamîn û enerjiyê ye.
[[Wêne:Hejîr.jpg|thumb|400px|Hejîrên Dêrikê]]
Dîrok û welat: Tê gotin ku dîroka hejîrê digehije demên destpêka mirovahiyê. Ji dema medenîyeta Sûmeran virde tê çandin û xebitandin.Di wê demê virde di medenîyetên Misrî, Romayî, Medî, Asurî, Babîlî û Yewnaniyan de, wek fêqîyek rohanî, pîroz û senbolîk tê pejirandin. Di quranê de ayeta Tîn li ser hejîrê ye. Bi xwe tîn navê hejîrê yê Erebî ye. Pêxenberê îslamê li ser hejîrê sund dixwar.
Welatê wê, hinek dibên Kurdistan û Îran e. Lê Tirk dibên Tirkiya ye. Ji wir belavî Behra Spî, Rojhilata Navîn, Hindistan û Çînê bûye. Sala 1882 ji Tirkiyê birine Amerîka û çandiniya wê kirine. Li Kurdistanê cihên lê çêdibin, li ber deriyê her malekê, darek hejîrê heye. Hinek ji wan li çolê bi dêm (bejî) çêdibin. Ew pir hûr û pir jî çîrîn in, ji wê hejîrê re dibêjin “ hejîr kerk”. Bazirganiya hejîran % 60 di destê Tirkan de ye.
Berhevkirin: Hejîr fêqîyek payîzkî ye, payîzê tê berhevkirin . Ji ber temenê hejîrterkan (hejîrên nû) kêm e, lewre tên hişkkirin û jibo zivistanê tên hilanîn.
Têdahî: Lîf, protein, şekir, vîtamîn A, B1, B2, B6, C, omega 3, hesin omega 6, sodyom, postasyum, calcîum, pfort, magnêzyum, mangane, sifir (paxir), çînko, kûkûrt, selenyûm, madeyên arvanî, asîtên organîk û hwd.
Kêrhatî: Dr Olîver Albaster serokê Ûnîversîta George Washîgton dibê: Di hejîrê de ji hemi fêkî û serzewatan zêdetir lîf heye. Lîf jî dermanê sîstema givirandinê ye. Û pêşiya gelek cûreyên penceşêrê digire. Pisporên xursendê (Qût- xwe xudankirinê) dibêjin: “Jibo temamkirina kêmasiyên lîfên bedenê, hewceye hejîr bê xwarin”. Ji lêkolînan hatîye tesbîtkirin ku hejîr % 20 kolestirolê dadixe, lewre jibo rîskên dil gelek başe.
Li gor lêkolînên Ûnîverisîta Ruters li New Jersez, hatîye tesbîtkirin ku di hejîra hişk de, omega 3 û 6, asîtên rûn hene. Lewre xwarina hejîrê zarûrî ye.
Li gor lêkolînên saziya serlêdana hejîran a Calîforniya, antîoksîdanên di nava hejîrê de pêşiya gelek nexweşiyan digire.
Faydên wê: 1- Kolestrol dadixe. 2- Rûvikan dixebitîne. 3- Jibo qebizbûnê başe. 4- Bedenê ji madeyên toksît paqij dike. 5- Kan’a ( çavkanî –xizîna) enerjiyê ye. 6- Hestiyan bihêz dike û jibo hemorîdan başe. 7- Rîskên qirîzên dil kêm dike. 8- Jibo buhurandina êşên qirikê başe. 9- Di bedenê de çêbûn û nûbûna şanê (malzar- hucre) lezûbez dike. 10- Belxemê tavêje. 11- Jibo qûtê rojane dibe arîkar (têr dike). 12 – Teraliya mad ( mexde) tedawî dike. 12- Beden û jiyan (tamar) bihêz dike. 13
 
Jibo bronşît û kuxukê başe. 14- Qûnêran digehîne (zer dike) û der dike.15- Jibo tayê û zekemê başe.
Bikaranîn: 1- Şîrê hejîrê 2- Hejîreşîr 3- Hejîr û kakilê gûzan 4- Hejîrerûn 5- xweşav 6- Kek û paste 7- Rêçal.
1- Çiqek hejîrê bibirin, ewê şîrek jê bê, ku hûn wî şîrî deynin ser kul û cihên qusiyayî hûnê pê rehet bibin.
2- Hejîrê bikin nav mesînê (cezwe) qehwê, şîr berdin ser, bikelînin û hêdî hêdî vexwin. Hûnê ji xirabûna (ketina) deng, kuxuk û qirikêşê bifilitin.
3- Hejîrê li şîr, sîrke, an jî dohnê zeytê pilinin (têwerkin) û bixwin. Hûnê ji bawesîrê rizgarbin.Ku hûn hejîrê biqutin (biherişînin) û deynin ser qûnêrê, ewê qûnêrê der biket.
4- Heke hûn hejîrê bi kakilên gûzan ve bixwin, wê bedena we ji jehran biparêze. Jibo kuxuk û şobê (persiv- zekem) ê jî başe
5- Hejîrê bikin nav rûn sorkin û hêkan bişkênin ser û bixwin.
6- Hûn dikarin hejîran jî wek qesp (xurme), qeysî û fêqiyên din bikin nav nan, kulîçe, paste, kek û kadan. Heke hûn kakilên gûzan, bindeq, anjî behîvan jî tevlê bikin, wê hem xweştir hem jî enerjiya wê zêdetir be.
7- Xweşav û rêçala wê jî wek a qeysiyan tê çêkirin. Hinek kes dims (doşav-eqît), benî û şêraniyan jî jê çêdikin.
24/10/08
 
Çavkani: Malpera Lotikxane, beşa Dermanxaneya Xweristê, Bavê Jîndar
 
[[Kategorî:Riwek]]