Qurix: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomarkirin
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Close-up of Sirius.jpg|thumb|[[Qurix-A]]]]
'''Qurix''', an jî '''Sîrîus''' stêrka rewnaqtirîna di ezmana şev de ye. Bi [[qedra zahîrî]] ya −1.46 ve ew hemahema du caran ji stêrka [[Suheyl]], stêrka duyem rewnaqtirîn, geştir e. Ew di komstêrka [[Kûçikê Mezin (komstêrk)|kuçikê mezin]] de ye. Herçiqas ew wek stêrkek xwiya dibe jî, esasen ew ji du stêrkan pêk tê. Ya ku wek qurix tê zanîn bi navê Îngîlîzî '''[[Sirius A]] (''Qurix-A''), yê pirrcaran bi çavan xwayîn nabe jî wek '''[[Sirius B]] (''Qurix-B'') tê binav kirin.
 
Qurix herçiqas ne stêrka herî mezin e jî, ji ber nêzikiya wê ya îzafî ew dibe stêrka herî geşa di ezmên de. Ew ji erdê 2.6 [[parsek]]an (8.47 [[sala roniyê|salên roniyê]]) dûr e. bi vê dûriyê ve ew yek ji stêrkên herî nêzika dinê ye. Sirius A du caran ji rojê mezintir e û qedra wê ya [[mitleq|qedra mitleq]] jî 1.42 ye. Ew 25 caran ji dinê rewnaqtir e, lê qedra wê ya mitleq ji stêrkên dinên rewnaq wek [[Suheyl]] û [[Rigel]] hindiktir e.
Stêrka qurix ji berê de di nav xelkên dinê de bi nav bûye û ew bûye navnîşaneka boyî hesabkirina demên salê. Ji ber ku ew di hin demên salê de li ezmên xwiya nabe, dema ew şûnde li ezmên xwiya dibe ew wek nîşana hin tiştan hatiye dîyar kirin. Mînak dema [[Misir]]î yên kevin tekrar xwiyabûna wê wek nîşana rabûna çemê [[nîl]]ê dîtine. Wekî din di nav Yewnanê kevin de rojên ku stêrka Qurix li ber helhatina rojê xwiya dibe wek rojên '''[[germa kûçikan''']] bi nav bûye ku ew rojan di meheya Tîrmehê de ne.
 
Ew bi [[erebî]] wek eş Şîra tê zanîn û di [[Quran]]ê de navê wê di [[necm|sûreya necm]] de wek ", "Xwedêyê eş Şîra jî ew e" (49) derbas dibe.
Di nav kurdan de jî helhatina qurix wek şikeştina tîna germê tê dîtin. Kînga qurix heltê êdî germa havînê hêdî hêdî kêm dibe. Di nav kurdan de li ser qurix gelek tişt tên gotin. Wek dibêjin bi helhatina qurixê re tîna germê dişkê, û ji quriz şûnde dar zêdetir tî dibin.
*''Wek nêrîyênêriyê ku çavê wî li Qurixê be''
*''Heta Qurix hilnê zebeş çênabin''
 
Qurix di serê meheya gelawêjê de, bi rohelat re ji hêla başûr rohelat xwiya dibe û her şevekê re hebekî din bilind dibe. Ew gorî asoya bi çiya an ne bi çiya çend rojan zû an dereng 4-10'ê gelawêjê xwiya dibe.
 
 
 
 
Line 29 ⟶ 28:
[[et:Siirius]]
[[el:Σείριος]]
[[en:Sirius]]
[[es:Sirio]]
[[eo:Siriuso]]