Hebîbullah Letîfî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 3:
Hebîb di [[kewçêr]]a 2007′an de hate girtin û di 2008′a de cezayê mirinê di rûniştineke tenê çend deqîqeyan domkir de hat birrîn. Piştî vê biryarê çar mehan îşkence lê hat kirin <ref name=payvand /> û di 2009′an de cezayê darvekirinê hat pejirandin <ref name=bbc />. Parêzerê Hebîb di [[22'ê berfanbarê|22′ê berfanbara]] 2010'an daxuyand ku Hebîb wê yekşemê‚ di [[26'ê berfanbarê|26'ê berfanbara]] 2010'an de‚ li zîndana [[Sine]]yê were dardekirin <ref name=payvand />. Parêzer ji dadger [[Sadiq Larîcanî]] ji bo bêhtir lêpirsînê bikin daxwazî kir <ref name=parisien />. Sibeha yekşemê Hebîb bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî <ref name=afp />.
 
[[Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî]] ji [[Îran]]ê bo rawestandina cezaya darvekirinê daxwazî kir. Rêxistinê da zanîn ku dadgehkirina Hebîbî di bin rewşên ne zagonî‚ li pişt deriyên girtî‚ pêk hatiye <ref name=bbc />. Rêveberê şaxa [[Rojhilata Navîn]] û [[Efrîqaya Bakur]] a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî [[Malcolm Smart]] mîna ″Li ber çawayeçava ye ku Hebîbullah Letîfî ne li gorî standardên navneteweyî‚ bi awayê ne dadmendî‚ hatiye darizandin ku mîna biryara nefretbar tê xuyakirin″ daxuyanî da <ref name=guardian />.
 
Parêzerê Hebîbî di derbarên îddayan de ji bo dadgehê daxuyand ku‚ di dema bûyerên Hebîbî pê tê tawanbarkirin de ew ne li Sineyê bû <ref name=payvand />.