Awê Balî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Pill (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina 168.187.0.35 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya Erdal Ronahi
Rêz 1:
[[A. Balî]] li [[Kurdistana Bakûr]] di sala 1940 î de hatiye dinê. Li gundê Gurê zaroktiya wî derbas dibe. Di wê demê li gundê wî dibistana seretayî nîn bû. Di navbeynê de nîv sedsal derbas bûye îro jî li wî gundê dibistana hatî avakirin de mamhoste lê nîn e. Li gundê cinar dibistana seretayî qedand şunda dibistana navîn û lise di sala 1963 an de qedand. Sala lise qedand dest bi memurtiyê kir. Li gel karê memurtiyê li sala 1972 an de li [[Zanîngeha Enqerê]], beşê Ziman û Wêjeyê tewaw kir ‚unda ew dest bi mamostetiya lîsê dike. Zilm û zordariya nijadperestiya Tirkan ya wê demê li ser ‚ore‚ger û neteweya Kurd roj bi roj zêdetir dibû. Ji bo sedema çend bûyeran ew ji kar hate avêtin. Di sala 1973 an de li ser bîryara bête girtin, ew derket çû Ewrûpeyê. Qasî salekê li Ewrûpa ma ‚unda, li gor mercên wê demê hikumatekî nû bi zirûfên gelerî xwe nî‚an dida hat ser rêvaberiya Tirkiyê û serok wezîrê wê demê gazî mamhosteyên derketin dervayî welat dike. Li ser vê gazîkirinê A. Balî dest bi diktoreya pêkirî berdide, vedigere welat û dîsa dest bi mamhostetiya wêjeyê dike. Îzna havîna sala 1976 an, ji bo du mehan ew diçe Elmanyê. Li Elmanyê meqamên Tirk pasaporta wî jê distînin. Paşê jî neheqiya herî mezin wînî ji hemwelatiya Tirkiyê derdiêxin. Wê demê şunda qasî bîst salan ew nikare biçe welatê xwe yî ‚îrîn Kurdistanê bibîne.
[[Image:Tuerkei_Flagge_Konstruktion.png]]
 
Li Elmanyê ji bo zarokên beyanî ew dibe dersdar. Li revra jî di Zanîngeha Berlînê ya Azade Polîtologî ([[Rêzanî]]) dixwîne û di sala 1983 an de wê tewaw dike. Di wê zanîngehê de li ser rew‚a Kurdan çend semîneran jî dide. Li wê zanîngehê, beşê [[Îranîstîk]] de dest bi diktoreya li ser mijara “Rêzimana Kurdî” dike. Ew karê zanistî li sala 1992 an de li Stenbolê di nav [[weşanên Alan]] de tê çapkirin. Di Zanîngeha Enqerê de dema [[zimannasî]] (Lînguîstîk) dixwend ew fêrî zimanê [[Farisî]], [[Moxolî]], [[Ezerî]] û [[Fransizî]] dibe. Dema diçe Elmanyê ew hînî [[zimanê Elmanî]] jî dibe. Li ser [[zaravayên Kurdî]] û [[alfabeya Kurdî ya Latînî]] lêkolînên zanistî pêk tîne, seminar û konferansan de beşdar dibe, diaxive.
 
Dema ew tê dervayî welat [[Komela Xwendekarên Kurd]] dinase. Di nav refên komelê û di rêvabiriya gi‚tî de ciyê xwe digire. Kovara Dengê Xwendekarên Kurdistan der tîne û diwe‚îne. Di dawiya sala 1979 an de cara yekemîn komela karkerên Kurd li dervayî welat wek federasyon li Elmanyê saz dibe. Ew jî di nav rêvabirên saziyê de ciyê xwe digire. Ew endametî û karûbarên wî yên siyasî dibe sedema dadgeha Enqerê li dijî wî dawe vebike. Lê wê demê Kurdên siyasî gelek hindik bûn. Kurdên xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bi tîpên Latînî dizanîn jimara wan ne bilind bû. Li Ewrûpa kovar û rojnameyên Kurdî bi karên ew rojên teng de dest pêkir. Kurdên zana û welatparêz di detpêkê de gelek hindik bûn. Roj bi roj ewna pir bûn, dengê Kurdan li cîhan dane bihîstin.
 
Gotar û lêkolînên A. Balî di gelek rojname û kovarên Kurdî de hatin we‚andin. Wînî li ser gotinên pê‚iyan, li ser lêkolîna navên zarokên Kurd û ferhenga Kurdî ya ansîklopedîk bi salên dûr û dirêj karê xwe berdewam kir.
 
A. Balî dît ku, dema welatê mirov azad nebe, ew li Ewrûpe jî bijî, hemî dinê ji bo mirov dibe girtîgeh û zindan. Wî û hevalên wî dizanîn, azadbûna wan, bi azadbûna gelê wan ra ye.
Wî, [[Cigerxwîn]] û [[Osman Sebrî]] naskir ‚unda li ser ‚opa wana me‚în ji xwe re kire armanc. Ew bi kar û barê wana serbilind bû. Ji bo vê jî hilbijartina hey‚ dîwanên Cigerxwîn û bi wergerandina Zimanê Tirkî pirtûka bi navê “[[Kîne Em]]” amade kir û li Stenbolê li pey hevdu du çap di salên 1991/92 an de we‚andin. Dîwana tekoşerê nemir ya Osman Sebrî di saxiya wî de bi alikariya wî cara yekemîn amade kir û li pa‚ mirina wî li Swêdê sala 1998 an daye we‚andin. Çapa dîwanê ya duwemîn di sala 2005 an, bi sed saliya hatina wî ya dinê de li Berlînê carek din daye we‚andin.
 
Ew herdu şaîrên Kurd yên gewre tesîrek mezin li ser jiyana A. Bali kirin. Ji bo nasandina her du şaîran wî gelek seminer û gotar nivîsin û ewna dan we‚andin. Di dawiya salên saxiya şaîrên nemir de, wana ji wî ra gotibûn: “Em dizanin Kurdistanê çê be! Lê belê belku em nebînin!.. Lê rastî jî wana azadbûna Kurdistana Ba‚ûr nedîtin. Lê karê wana ji bo Kurdistanê kirî, Kurd tu caran bîrnakin.
 
A. Bali di rêya helbestvanên Kurd yên nemir û yên îro di nav gelê xwe de bi serbilindî dengê xwe bilind dikin de dimêşe û wana je xwe re pê‚eng dibîne.
 
== Berhem ==
 
Berhemên A. Balî yên heya îro hatin çapbûyî li jêr in:
 
# [[Berevoka Helbestvanên Kurd]], [[weşanên Komkar]], 1982
# Alfabeya Kurdî, weşanên Rê, çapa yekemîn 1982, çapa duwemîn we‚anên Rê, 1983, çapa sêyemîn, weşanên Komkar, 1983, çapa çaran weşanên Înstîtûta Kurdî li Elmanyê, 2003
# Gurê Har û Heft Kar, çîrok, [[weşanên Rê]], 1983
# Hawar, helbest, weşanên Rê, 1983
# Sebra Di Veşartgehê De, weşanên Rê, 1984
# [[Kurdisch-Deutsch Fibel]], [[weşanên Senetoya Elman]], 1985
# [[Jiyana Lenîn]], weşanên Rê,
# [[Klama Rê, Tosinê Reşîd]], Helbest, Kurdî-Tirkî, weşanên Rê
# [[Navên Kurdî/Kurdische Namen]], weşanên Komkar, 1990
# [[Rêzimana Kurdî]], [[weşanên Alan]], 1991, Stenbol
# Kîne Em, Cigerxwîn, Helbest, Kurdî-Tirkî, 1992, Stenbol, Çapa duwemîn, 1993, Stenbol
# [[Antolojiya Helbestvanên Kurd]], [[weşanên Pelê Sor]], 1992
# [[Gotinên Pêşiyan ên Kurdî]], Kurdî-Tirkî, pelê Sor, 1993
# [[Dîwana Osman Sebrî]], [[weşanên apec]], Swêden, 1998, Çapa duwemîn, [[weşanên Evra]], Elmanya 2005
 
Berhemên di çapê de:
 
# Ferhenga Kurdî-Tirkî ya Ansiklopedîk bi wêneyan, du berg
# Helbestvanên Kurd yên Sedsala Dawî ( sedsala 20 an) du berg
# Ansîklopediya Navên Kurdî
# Li Kurdistanê Dîmenên Mirovan, dîwana helbestan ya nû
[[Kategorî:Zimannas|Balî, Awê]]
[[Kategorî:Nivîskar|Balî, Awê]]
[[Kategorî:Kurd|Balî, Awê]]