Lîsteya Sor a IUCN: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomarkirin
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Armenian viper.jpg|thumb|[[Margîska Kurdistanê]] ku rewşa wan nêzîkê xetereyê ye]]
'''Lîsteya Sor a Cureyên bi Metirsiya Nemabûnê''' an jî '''Lîsteya Sor a IUCN''' li cîhanê ji bo zanyariya di derbarê ajal û riwekan de ya herî berfireh e. Di sala [[1963]]'yan de hatiye damezrandin û IUCN kurtebira ''International Union for Conservation of Nature'' a bi îngilîzî ye.
Lîsteya Sor a IUCN bi metirsiya nemabûna bi hezaran cure û binecureyan bi daneyên vebirî li hev kom dike û wan agahiyan diparêze. Daneyên van cureyan ji hemû aliyê cîhanê û herêman pêk tê. Mebesta Lîsteya Sor ew e ku cureyên li ber metirsiya windabûnê werin zanîn û bi raya giştî re ji bo parastinê werin parvekirin e. Lîsteya Sor alîkariya parastina cureyan dike. Lîsteya sor bi bingeheke hêzdar hatiye avakirin lewma di cîhanê de weke çavkaniya herî ewle tê zanîn.
[[Wêne:Status iucn3.1 LC ku.svg|thumb|Kurteya Lîsteya Sor a 2006'an a ji bo cureyan.]]
 
== Weşana 2006'an ==
[[Wêne:Status iucn3.1 LC ku.svg|thumb|Kurteya Lîsteya Sor a 2006'an a ji bo cureyan.]]
Lîsteya Sor a 2006'an bi 40.168 cure û 2.160 [[bincure]], cureyên binê avê, [[bingelhe]]yan hate weşandin. Ji van hemû cureyan 16.118 weke cureyên di bin metirsiyê de hatine ragihandin. Ji wan 7.725 [[ajal]], 8.390 [[riwek]] û sê ji wan [[kuv]] bûn. Di vê weşanê de li ser weşana [[2004]]'an guhertin nehate kirin û 784 cureyên ji sala [[Piştî zayînê|piştî zayînê (PZ)]] [[1500]]'î ve ji bo nemabûnê lîste hatiye çêkirin. Ev ji lîsteya [[2000]]'î 16 cure bêhtir in. Her sal cureyên nemabûyî tên dîtin an jî dibine fosîl û di nav kategoriya bê agahî de tên lîstekirin. Di sala [[2002]]'an de cureyên nemabûyî weke 759 hatiye ragihandin lê ev hejmar her sal zêde dibe.<ref>http://www.iucnredlist.org/misc/wikipedia.html</ref>