Xurs, Qoser: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B îy → iy
Rêz 1:
'''Xurs''', li [[Qoser|Qosera]] [[Mêrdîn| Mêrdînê]] ji bona komek gundan tê gotin. Bi temami 12 gund in. Di hundirê [[newal|newalekê]] de rêzbûne. Her 12 gund jî [[aborî|aboriya]] xwe bi [[titûn|titûnê]] pêk tînin û titûna xursê gelek navdar e.
 
Gav a hûn ji navçeya Qoserê, bi tirimbêlên xursê bi rê dikevin, tirimbêl ber ê xwe dide ber bi hêla bakur ve û di sêrêka Mêrdîn re derdikeve... Yê ku nizanibin dibêjin qey wê tirimbêl wan bibe bajarê Mêrdîn. Lê dema dighêje ber "Ziraat okulu" (dibistana çandinîyê) - ji çend salan virve êdî ew der wek tabûra leşkerî hatîye veguhertin, wek tê zanîn, dewlet gelek kargeh û fabriqeyên bi vî rengî, ji xizmetê girtîye û kirîye herêm û parastgeh a leşkerî-îca berê tirimbêlê bi hêla çepê ve di zîvire û ber bi çîyançiyan ve di meşe...
 
Gund ê ku berê derdikeve pêşîyapêşiya we bi xwe "gund ê [[Hecî Faris]] e" bi hêl a rojavayê başûr ê xwe bi ser "herzem"an bi navekî din"şêx tajdîn"veye. Hecfaris, li pal a sikur a qerraşan ava bûye. lê gund ê şêxtajdîn, hîn ber bi jêr ve dimîne, dikeve zik ê newalê. Her wiha li qerax a çem ê xursê hatîye avakirin... (heger çewtî hebin, biborin û ji kerem a xwe re sererast bikin)
 
Rê di ber Hecfaris re dîsa bi hêl a çepê ve dizîvire, li daw a sikur a qerraşan di fetile, piştî qiyameyek kurt, îca ber jêre datê, di ser "borîyaboriya senteralê" re derbas dibe (berî ku ceryan ji kendav a kebanê were anîn, di binya gund ê HemzîyanHemziyan re hilberîngeh a elektrikê hebû û bi ava wê borîyêboriyê di xebitî, lê piştî hatin a ji kebanê, îdin hate betalkirin, niha Xwedê zane wek gelek avahîyênavahiyên herêmê bûye hêlîn a mişk û ma'ran. . . ) Di vê navê de divê merev bêje ku li kuraya newalê çem ê Xursê û dehlên qeraxên çem xuya dibin. Piştî ku merev di çengoyekê re di zîvire û îcar ber ê xwe dide qiyame (berjore)yeke din, li mil ê çepê gund ê HemzîyanHemziyan derdikeve pêşîyapêşiya merev. Jixwe avahîyaavahiya van gundan bi gelemperî di yek tayî dene, ango xanî û avahî zor di şibin hev. Kevirên"şehkirî"berê bi kils û nikkarê, van çend salên dawî bi perakêt û qûm û çimento hatine lêkirin. . .
 
Li pêy HemzîyanHemziyan îca piştî fitleke din merev dighêje [[Elîpaşa]]. . . ew jî li mil ê çep ê rîyêriyê dimîne. di vê navê de ji dûr ve Xursanavê, bi minareya mizgeft a xwe xuya dibe. her wiha hemû dehl, rez û çandinîyênçandiniyên zevîyanzeviyan li ber çavan xwe radixin. Dar û berên [[zeytûn]], [[hejîr]], [[dilb]], [[kenêr]], [[behîv]], [[bihîvtalk]], [[guhîj]], [[teew]], [[guz]], [[mişmiş]], [[sipîdar]], [[helalk]], [[dêlî]] û [[mêwên rezan]], [[bîh]], [[qizwan]], [[beniştok]], [[berrû]], ber bi bilindahîyabilindahiya çîyançiyan ve [[mazî]], [[encas]], [[xox]], [[hirmî]], [[sêv]] û hin cure darên din ku niha nayên bal a min newalê di xemilînin...
 
Ji gund ê Hecîfaris heta bighê Elîpaşa, li herêmê wek"Xurs a jêrîn"tê bi navkirin. Ji Xurs a navê re jî;ji ber ku li navbeyn a gundên jêr û jor e;"Xurs a navê" ango [[Xurs]] a ku li nava gundên Xursê dimîne hatîye gotin. Xurs a navê;li ser panavekê ava ye û li ser du çeman e... Çemek jê ji hêl a gundên Xubaz tê, ji kanîyakaniya "eynmecnûn" dertê, çemê din jî ji Xurs a jor, ji ser ê kanîyêkaniyê dertê. piştî merev Xurs a navê derbas dike; rê ber bi bakur ve dighêje herdu Xubazan. yek Xubaz a jêr, yek jî ya jorîn tê zanîn. bi hêl a çepêde rê îca li dor a kela şêxilqesir di fetile û dighêje gundik ê ÇelebîyanÇelebiyan. Merev wir jî derbas dike, îca rê piştî" kevir ê idêska" dibe du şaxan; hêla rastê Meşkîna û Heftêxwehan, hêl a din jî dighêje gund ê İzêr. divê merev bêje ku di ser pir a gundê izêr re du sê mal ava bûne. ji wê derê re jî di bêjin"Eyşibîb"... Ew rêya ku li binya Eyşibîb dîsa dibe du şaxan, şax ê çepê, diçe gund ê Bavina û yê rastê jî diçe dighêje Gund ê Izêr.